Hesabpirsîn wezîfeya exlaqî ye

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:30

Konseya Rêveber a KCK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê de hate gotin:"Seyîd Riza û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk a mêtinger qirker nebûn û bi vî rengî helwesta berxwedanê ku gelekî hêja ye ji gelê Kurd re weke mîrate hiştin. Di helwesta gelê Kurd de ku li dijî komkujî û qirkirinê teslîm nabe, li ber xwe dide û hebûna xwe diparêze, sekna Seyîd Riza û Şêx Seîdan xwedî cihekî girîng e." KCK'ê ragihand ku PKK'ê ev kevneşopiya berxwedanê veguherand xeteke bênavber a têkoşînê, gelê Kurd jinûve vejand û got:"Gelê Kurd wê bi berxwedan û têkoşînê, armanca xwe ya ji bo jiyaneke azad, Rêberê azad û welatekî azad, ku bi hesreta wê ye, teqez pêk bîne. Bi pêkanîna vê yekê wê hesabê dîrokî ji dijminê kujer bipirse."

Dêrsim nîşaneya hovîtiyê ye

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:"Seyîd Riza û hevalên wî ji bo rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan hatin Xarpêtê. Lê belê di 15'ê Mijdara 1937'an de ji aliyê dewleta Tirk ve di çarçoveya 'tevgera Dersimê' de bi komployekê hatin girtin û darvekirin. Di salvegera darvekirina wan de em Seyîd Riza û rêberên Kurd ên pê re hatin darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bêguman komkujiya Dersimê yek ji wan bûyeran e ku hovîtiya dewleta Tirk û dijminatiya wê ya li Kurdan bi rengê herî şênber radixe pêş çavan. Di vê komkujiyê de bi singuyan zikê jinên ducanî qul kirin û zarokên ku nehatine dinê jî qetil kirin. Mirovên ku ji komkujiyê reviyan, berê xwe dan çiyê û xwe li şikeftan girtin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Her cûre zindî hatin qetilkirin, hovitî û qirkirineke mezin hate kirin. Hesabpirsîna ji dewleta zalim, hov û komkujer ku êş û azarên ewqas mezin gihandiye gelan, bi taybetî jî gelê Kurd; wezîfeyeke exlaqî û pêwîstiya herî bingehîn a mirovbûnê ye. Heta ev pêk neyê, mirov nikare rast bijî yan jî bibe xwediyê heqîqetê.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.