Hesab ê were pirsîn

În 11 Kanûn 2020 - 23:39

  • Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li gel şerê vekirî, ji destavêtinê heta kuştinê bi siyaseta nihadperestiyê şerê taybet dimeşîne. Karayilan bal kişand ser bûyerên li Kercewsê û got, ”Hesabê hemûyan wê bê pirsîn.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat û pêşî di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê’ de got; “Pêngaveke girîng e. Êdî dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê hatiye. Bêguman ev yek ji ber xwe ve pêk nayê, pêwîstî bi têkoşîneke girîng û mezin heye. Şert û mercên vê demê jî ji bo têkoşîneke berfireh girîng e. Rabûna li ber tecrîdê tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê.”

Karayilan got, ”Heta ku Rêber Apo azad nebe ne şer diqede, ne gelê Kurd azad dibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo meseleyeke aştî û azadiya gelan e, meseleyeke demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes di çarçoveya azadiya Rêber Apo de tevbigere. Ji bo li Tirkiyeyê pêşî li azadî, demokrasî û mafê mirovan vebe, divê Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye girêkeke kor ji holê bê rakirin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya pêngavî û kampanyayên di vê demê de pêk tên girîng in; hevalên li zindanan dest pê kirine.”

Şertên têkoşînê biafirînin

Karayilan anî ziman ku di vê mijarê de berpirsyariya yên li derve heye û pêwîste şert û mercên têkoşînê û şoreşê biafirînin.
Karayilan bi dewamî got, ”Di vir de helwesta gelê me girîng e. Malbatên girtiyan, mirovên me yên welatparêz û saziyên demokratîk, divê her kes bi xurtî li dora bexwedana zindanan bicive. Yanî çalakger û gelê me divê hîn bi xurtî xwedî li hev derkevin. Dem demeke bi vî rengî ye. Eger bi vî rengî bibe hingî em ê karibin vê pêvajoya pêngavê bi ser bixînin û encamên girîng bi dest bixin. Ji xwe berxwedan jî tenê bi vî rengî dikare bi ser bikeve.”

Jin û ciwan kirine armanc

Têkildarî bûyerên destavêtinê, komkujî û binpêkirina mafê mirovan li Bakurê Kurdistanê, ku bi destê hêzên dewleta Tirk tê kirin Karayilan got: ”Li Kurdistanê dijmin ne tenê êrişî gerîla û çalakgerên siyasî dike. Di heman demê de bi rêbazên şerê taybet êrişî civaka Kurdistanê dike. Di nava civaka Kurd de bi taybetî jin û ciwan hedefên sereke ne. Dijmin ji bo têkbirina civaka me; dixwaze ku civak li ber xwe nede, teslîm bibe û bihele. Ji bo vê jî pîlanên şerê psîkolojîk ê taybet dike. Li dijî vê polîtîkayê, Tevgera Jinên Azad bi şiyara ‘Em xwe diparêzin’ helwesteke xweparastinê nîşan da. Ev yek gelekî girîng û watedar e.”

Dixwazin civakê bê exlaq bikin

Têkildarî hovîtiya destavêtinê ya li Kercewsê jî Karayilan got, ”Bûyera destavêtinê ya li Kercewsê ku di çapemeniyê de deng veda, hovîtî ye.
Karayilan bal kişand ser bêdengiya civakê ya li hemberî van kirinan û got, ”Divê bêdeng nebin. Tevgera Jinê heta astekê têdikoşe, lê belê divê civak bi temamî têbikoşe û nerazîbûnê nîşan bide. 

Mêhtingeriya Tirk çi jin çi jî mêr bin, ew timî dixwazin ciwanên Kurd têk bibin. Dixwazin wan bikin sîxur û bixebitînin. Bi destavêtinê hewl didin ku ji civaka exlaqî bixînin û ji rêya rast dûr bixin.”

Karayilan destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê ji rejîma Apartheîdê zêdetir nijadperestî tê kirin û got, ”Kengî Kurdek tê kuştin, tu dibînî ku destpêkê daxuyaniyekê didin, hewl didin rastiyan berevajî bikin, piştre jî bûyerê dinixumînin. Mirovên me ji helîkpoterê tên avêtin, lê tu dibînî kesê ku xwedî sifetê wezîr e, vê yekê li Meclîsê diparêze. Yanî mirovên me ji helîkopterê diavêjin, hovîtiyê dikin û vê hovîtiyê jî rewa nîşan didin.”

PKK ji bo hesabpirsînê heye

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê siyaseta nijadperestiyê dimeşîne, bi rêbazên cuda ser van bûyeran dinixumîne û got, ”Wê hesabê van hemûyan bê pirsîn. PKK’ê ji ber vê yekê dest bi têkoşînê kir. PKK ji bo hilanîna tola tiştên bi vî rengî heye. Divê gelê me bi vê zanibe. Em ê li hemberî van kirinên dijmin bêdeng nemînin, em hesabê wê dipirsin û hînê jî bipirsin.”

Karayilan destnîşan kir ku PKK ji bo hesabê dîrokî ji mêhtingeriya Tirk bipirse dest bi têkoşînê kir û ev têkoşîn têkoşîneke hesabpirsînê, edaletê û pêkanîna azadiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.