Hêrsa xwendekaran mezin e

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:42

  • Li Başûrê Kurdistanê xwendekar ji ber ku nikarin debara xwe bikin ji bo mafê xwe daketin meydanan. Çalakiyên xwendekaran li Silêmanî, Hewlêr û gelek naçeyan hebûn. Li Silêmaniyê asayîşê gule li xwendekaran reşandin.

Li Başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngehan li Hewlêr, Silêmaniyê û gelek nevçeyan xwepêşandan kirin. Li Hewlêrê asayîşa PDK´ê bi hezaran kes wezîfedar kir da ku xwepêşandanê asteng bike. Li Silêmaniyê hêzên asayîşê êrişî xwendekaran kir, gelek ji wan bi lêdanê kirin nezaretê.  

Xwepêşandana xwendekarên zanîngeh û peymangehan a li Hewlêrê bi meşa ber bi Parlamena Hewelêrê ve dest pê kir.

Xwendekaran eşkere got, daxwazên wan pêk neyên, ew ê çalakiya wan dewam bike.

Xwendekarên zanîngeh û peymangehê sibehê, li ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind kom bûn û bi dirûşmeyn daxwazên xwe anîn ziman. Piştre xwendekar ber bi avahiya Parlamena Hewlêrê ve meşiya.

Xwendekarekî got, “Li şûna ku hikûmet barê li ser milê me û malbata me siviktir bike, berovajî girantir dike. Di ser nedana xerciya mehane re, sîstema xwendina bi pere daniye û pere ji me werdigre.”

Xwendekarekî din jî got, dema ku wan sibehê dest bi xwepêşandanê kir hejmara wan şeş kes bû, piştre bi qasî 2 hezar hêzên ewlehiyê anîn dora wan kom kirin. Wî got, ew ê tevî zext û gefan jî xwepêşandanên xwe dewam bikin.

Xwepêşandana xwendekarên zanîngeh û peymangehan a li Silêmaniyê tevî êrişa asayîşa bajêr, dewam kir. Bi hezaran xwendekar bi dirûşman berê xwe dan Deriyê Sera û meşiyan. Hêzên asayîşê  bi bombeyên gazê êrişî xwendekaran kir.

Xwepêşandanê li ber walitiya bajêr destpêkiribû û piştre bi hezaran xwendekarî berê xwe da Deriyê Sera yê li navenda bajêr.

Hêzên asayîşê bi bombeyên gazê êrişî meşa xwendekaran kir, gule bera hewayê dan û rê nedan xwendekar xwe bigihînin Deriyê Sera.

Ji ber bombeyên gazê gelek xwendekar birîndar bûn û nefestengî bi wan re çêbû.

Li aliyê din hin xwepêşandêran berê xwe da melbenda YNK´ê ya navendî ya li Silêmaniyê. Li vir hêzên YNK´ê li xwendekaran xist, gule li wan reşandin û gelek kirin nezaretê. 

Ecêba li Koyê

Îro çalakî wekî din li Peymangeha Teknîkî ya Koye jî hebû. Lê peyama ku peymangehê dayî xwendekaran ji sosretan yeke nedîtî bû. Rêveberiya peymangehê got, “Her xwendekarekî tevlî xwepêşandanê bibe, ji mala xwendekaran tê derkirin.

Melbenda YNK´ê pirr tund e û dibe ku guleyan bireşînin. Teqe li xwendekarekî bê kirin û were birîndarkirin, em ne berpirsyar in.”

Li navçeya Soran ser bi Hewlêrê jî xwendekarên zanîngeha Soranê ji bo mafê xwe doh xwepêşandan li dar xistin.

Li Ranye jî xwendekarên zanîngeha Raperînê doh di roja duyem de xwepêşandana xwe dewam kirin.

Wekî din Helebce û Germiyanê jî xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.

Hêjayî gotinê ye, ji sala 2015’an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciya mehane ya xwendekaran nade. Wê demê mehane ji bo xwendekarên ku mala wan li nava bajêr 40 hezar û xwendekarên mala wan ji derveyî bajêr jî 100 hezar dînar bû. 

 

Kameraya Rojnewsê desteser kirin

Di dema şopandina xwepêşandanên xwendekaran a li Silêmaniyê de hêzên asayîşê kameraya ajansa Rojnewsê desteser kir û karta rojnamevaniyê ji nûçegihanê wê stand.

Nûçegihanê ajansê, Birwa Eshed xwepêşandana xwendekaran a li Silêmaniyê dişopand, û hêzên asayîşê hingê kameraya wî desteser kir û nehişt ku xwepêşandanê bişopîne.

Nûçegihan karta xwe ya rojnamevaniyê jî nîşanî asayçşê dide, lê ew karta wî jî jê distînin.

SILÊMANÎ/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.