Hêrsa tolhildanê mezin kirin

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:15

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:"Bi pêşengiya şehîdên xwe, em ê meşa xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û Kurdistanê teqez bi ser bixînin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Cîger û Rûgeş ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku li dijî dewleta Tirk a dagirker destaneke dîrokî lê heye, bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi sekna xwe ya bi îrade û baweriya ku têk naçe, bûn lehengên dawî yên vê destana berxwedanê. Hevrêyên me Cîger û Rûgeş hêrsa xwe ya li dijî dijmin û hêrsa tolhildanê her roj hîn mezin kirin, veguherandin hinceta têkoşîneke hîn xurt û bi fedakarî û tevlîbûna xwe ya fedakarî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Weke hevrêyên wan em soz didin hevrêyên xwe Cîger û Rûgeş ku armanca wan a ji bo Kurdistana azad teqez pêk bînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Cîger û Rûgeş em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û bi pêşengiya şehîdan em ê meşa xwe ya ji bo Rêberê Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin. 

Hevrêyê me Cîger li nava eşîra Doskî ya welatparêz û qedîm, ji dayik bû û malbata wî ji ber zextên dijmin neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, lewma li Diyanayê jidayîk bû. Di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevreyê me bi kesayeta xwe ya ku bi kedê re her diçû kamil dibû û mûtewazitiya xwe re bû mîlîtanek Apoger ê mînak. 

Malbata hevrê Rûgeş ji ber zextên dijmin ji Dêrîka Çiyayê Mazî koçî Amedê kiribû. Ji ber vê rastiya dijmin di salên biçûk de naskir. Di dema berxwedana Sûr'ê de bi awayek çalak cihê xwe girt. Hevreyê me yê her xebatê ku girtiye ser xwe bi layiqî pêk anî û tevlî nav refên gerîla bû. Li ser tecrîta Rêbertî û şerê li Herêmên Parastina yên Medyayê lêhûr dibû, pêşniyar ku di bin siwana xebatên Hêzên Taybet de cih bigire. Di bin siwana Hêzên Taybet de bi awayekê çalak erkên demê pêk anî." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Cîger Çarçella (Tolvan Metîn), li Geverê jidayîk bûye, sala 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rûgeş Zinar (Sadûn Tûtmaz), li Amedê jidayîk bûye, 25’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.