Herkes ji mafê hêviyê berpirsyar e

Duşem 4 Tebax 2025 - 03:30

Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha îlonê de careke din mafê hêviyê bîne rojevê. Heta niha saziyên hiqûqê û baroyên Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg û Rihayê beriya civînê rewşa heyî ji Konseya Ewropayê re ragihandin. Hat xwestin ku bila DMME'yê biryarên ku dayê pêk bîne.  Endamê TOHAV'ê û parêzer Alî Kahraman teblîxat û têkildarî "mafê hêviyê" axivî. Kahraman bibîr xist, ku piştî girtîbûna Abdullah Ocalan cezayê îdamê hatiye rakirin û li şûna vê yekê rêziknameya ji bo cezayên muebbetê yên girankirî hatiye pêşkêşkirin û niha 4 hezar kes bêyî derfetên berdanê li girtîgehan tên ragirtin û got:"Niha muzakere dewam dikin û birêz Ocalan weke sermuzakerevan tê qebûlkirin. Ne tenê Kurd li aliyê din jî dewlet wî bi vî rengî dibîne û qebûl dike. Nebaşbûna rewşa Birêz Ocalan, girtîbûna wî ya domdar û nebûna ti rêziknameyên derbarê wî de di bin 'mafê hêviyê' de çarenûsa pêvajoyê nediyar kir. Beşeke mezin a gel jî li vê rewşê dipirse û li benda pêşketinekê ye." Kahraman diyar kir ku divê Rêber APO bigihije rêxistina xwe, komên civakî û rewşenbîran û ev astengî ji bo civakîbûna aştiyê rîskeke cidî ye. Kahraman destnîşan kir ku hikûmet bi naskirina 'mafê hêviyê' re dikare samîmiyeta xwe ya di pêvajoyê de nîşan bide û got:"Naskirina mafê hêviyê ne tenê mijareke têkildarî pêvajoyê ye. Di rastiyê de Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, ji aliyê hiqûqî ve peymaneke pêwendiyê ye. Wekî din, li gorî xala 90/5'an a Destûra Bingehîn, tê gotin ku eger xalên peymanê bi rêziknameyên li ser maf û azadiyên bingehîn re têkildar be, divê xalên peymanê pêşî lê bigirin. Lê belê Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve bi israr serî li vê rêziknameyê dide, ku ev rêzikname li dijî xala 3'emîn a peymanê ye." Kahraman da zanîn ku ger gel ji bo mafê hêviyê têbikoşe dikare gav bi meclisê bide avêtin û ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e.

MA/YEŞÎM TUKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.