Herî zêde Elman li Tirkiyeyê rehîn in
Ne xema hikûmetê ye
Dewleta Tirk halê hazir 130 welatiyên Elmanyayê rehîn digire. Ji van 64 jî di hepsê de ne. Herçî 66’ên din in, qedexe li ser wan heye, ew nikarin ji Tirkiyeyê derkevin û vegerin Elmanyayê. Di Hezîran par de ev hejmar 104 bû. Parlamentera federal a ji Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut, “Weke parçeyek ji siyaseta lawaz a hikûmeta Elman, hejmara kesên tên girtin zêde dibe.”
Li ser pêşnûma pirsa Gokay Akbulut, agahiyên ku hikûmetê dan, eşkere dikin ku hejmara welatiyên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê rehîn tên girtin zêde bûye. Hejmara kesên di hepsan de tên ragirtin jî zêde bûye. Li ser navê Wezareta Karên Derve ya Federal, misteşara wezaretê Susanne Baumann bersiva pêşnûma pirsê da. Wê got, li Tirkiyeyê 64 welatiyên Elman girtî ne û ji bo 66 kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê heye. Li gorî wezaretê, ji girtiyan 13 û ji kesên qedexe ye ji Tirkiyeyê derkevin jî 26 kes ji ber sedemên siyasî rehîn in. Ew li gorî qanûnên dewleta Tirk ên zilma siyasî ku navê “qanûna têkoşîna li dijî terorê” li wan tê kirin, hatine girtin.
Nehiştine 23 kes jî biçin Tirkiyeyê
Li gorî bersiva wezareta derve ya Elman, îsal heta niha dewleta Tirk nehiştiye ku 23 welatiyên wê karibin bikevin Tirkiyeyê. Misteşara wezaretê, Susanne Baumann got, ev hejmara li ber destê wan xwe disipêre miracaetên mexdûr û malbatên wan û ew nikarin vê agahiyê bi temamî piştrast bikin.
Herçî welatiyên dewleta Tirk ên ku îqameta wan li Elmanyayê ye? Wezaretê îdîa kir ku li ber destê wê ti agahî nînin û hikûmet bi xwe jî ti statîstikên li ser vê yekê tomar nake.
Encama karê hikûmetê ye
Gokay Akbulut, bersiva hikûmetê ji rojnameya me re nirxand û got, “Hejmara welatiyên Elman ên ku ku Tirkiyeyê tên girtin zêde dibe. Ev di heman demê de encama siyaseta hikûmeta Elman a lawaz a Tirkiyeyê jî. Hikûmeta Elman dikare bi helwêsteke biryardar gelek welatiyên Elmanyayê ji Tirkiyeyê bîne. Hikûmeta federal dikare beramberî Erdogan wêrektir be û ji bo kesên li Tirkiyeyê cihê difikirin, bêhtir xwe biwestîne.”
Rexne li Baerbockê jî girtin
Gokay Akbulut bi bîr xist ku wezîra karên derve ya Elman Baerbock bûye yek ji wan kesên pêşî ku ji ber ku bûye wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan pîroz kiriye. Gokay Akbulutê got, “Hakan Fîdan serokê berê yê MÎT’ê ye, li nava Tirkiyeyê û derveyî wê şer kir li dijî rexnegirên hikûmetê [hikûmeta Erdogan]. Wî sala 2013’yan şandina sîlehan ji bo DAIŞ’ê organîze kir. Lazim bû siyseteke derve ya femînîst beramberî Hakan Fîdan xwedî uslûbeke dîtir bûna.”
Agahiyên Kurdan nedin Tirkan
Gokay Akbulut herî dawî jî bal bire ser parvekirina agahiyên fermî bi dewleta Tirk re rexne kir. Wê got, li Elmanyayê gelek kes ji ber ku dilsozên ziman û çanda Kurdî ne, yan jî hin tişt li ser medyaya dijîtal parve kirine, dadweriya dewleta Tirk wan dadgeh dike û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê, lazim e bi ti awayî agahiyên li ser kesên karûbarên komeleyan dikin, bi rêxistinên îstîxbarî yên biyanî re neyên parve kirin. Parvekirina van agahiyan ji bo rêveberên komeleyên Kurd ên li Elmanyayê tehlûkeyeke cidî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN