Herî li Kurdistanê bariya

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 21:21

  • Ji ber pêla bahoza tozê li parêzgehên cuda yên Iraqê zêdetirî hezar û 800 kesî ji ber nefestengiyê, çûn nexweşxaneyan.

Ji ber pêla bahoza tozê li parêzgehên cuda yên Iraqê zêdetirî hezar û 800 kesî ji ber nefestengiyê, çûn nexweşxaneyan.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, ji ber pêla bahoza tozê ya ku li parêzgehên Bexda, Enbar, Kerkûk, Necef, Kerbela û Selehedînê belav bûye, tenê li Enbar û Necefê ji ber bahoza tozê zêdetirî 800 kesî ji ber nefestengbûnê çûne nexweşxaneyê.

Li parêzgeha Selehedînê bi heman sedemê 322 kes nefesa wan teng bûye û çûne nexweşxaneyê.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Dîwaniyê, Sebah Muslîm Zamlî got, ji ber nefestengbûnê 100 kes çûye nexweşxaneyên li Dîwaniyê.

Herwiha Nexweşxaneya Yermuke ya Lezgîn a Bexdayê ragihand ku pêr bi şev ji ber tengbûna nefesê zêdetir 600 kesî doza alîkariyê li nexweşxaneyê kiriye.

Bahoza tozê gihişt Herêma Kurdistanê jî û di encamê de herî jî bariya. Bahoza tozê bû sedem ku mirov êdî dûrî xwe nebînin. 

Pêr bi şev li Herêma Kurdistanê bahoza tozê tesîr kir. Li Silêmanî bi awayekî dijwar bahoza tozê tesîr kir. Rêveberiya Meteorolojiya Herêma Kurdistanê ragihand ku bahoza tozê li Hewlêr û derdora wê, Germiyan û Başûrê Silêmaniyê jî belav bûye. Bahoza tozê heta doh êvarê jî tesîr li Başûrê Kurdistanê kir. Li hin cihan jî baran bariya û weke dilopên heriyê bi ser maşîn û deveran de hat xwarê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.