Herî kêm 62 kes hatin revandin

Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:15

Li bajarê Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di nava mehekê de herî kêm 62 kes hatin revandin ku 6 ji wan jin in. Her wiha 4 mêtingehên nû hatin avakir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî yên revandin, kuştin, tecawizkirin, guhertina demografiyê û birîna daran li ber çavê cîhanê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku di meha Tebaxa bihurî de welatiyê bi navê Elî Nûrî (65) yê ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ya Efrînê hat qetilkirin.

Dema ku Elî Nûrî li motorsîklêta xwe li ser rêya Şiyê – Anqelê siwar bûbû, wesayîta çeteyên "Emşat" pêl wî kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 62 welatî ji nav wan 6 jin revandin, yek ji wan jinan ji aliyê çeteyan ve rû bi rûyê destavêtinê bû.

Bi sozên ENKS’ê hatin xapandin

Rêxistinê da zanîn ku piraniya kesên revandî ji wan welatiyên ku bi sozên derewîn ên ENKS'ê bawer kirine û nû li Efrînê vegerîne. Her wiha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û niştecihên biyanî 450 darên kantonê ji bo bikin êzing birrîn, bi deh hezaran hektarên zeviyên çandiniyê û daristan jî şewitandin. Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de, di meha Tebaxa bihurî de avahiyeke mêtingeriyê bi navê "Ehil El Xêr" bi hevkariya rêxistinên "Sewasiye" û "Saziya Pêşxistina Civakî û Piştgiriya Mirovan a Navneteweyî (SDI)" li nêzî gundê Keferûmê yê navçeya Şera ava kir û dest bi bicihkirina malbatên çeteyan tê de kir. Di mêtingehê de 100 avahî hatine avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker avahiyeke mêtingeriyê ya nû li nêzî gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa bi hevkariya rêxistinên Kendava Ereban ava kir û hejmara avahiyên tê de nehat zanîn.

Li bakurê mêtingeha Kiwêt Rehmê ya li navçeya Cindirêsê mêtingehek ava kir. Li nêzî gundê Miryemînê yê navçeya Şêrawayê avahiyeke din a mêtingeriyê ava kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.