Herî kêm 14 kes bidarvekirin

Duşem 2 Îlon 2024 - 00:51

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê yên bi destê hêzên dewletê di navbera 1-31'ê Tebaxê de hatin kirin, raporek amade kir. Tora Mafên Mirovan diyar kir ku meha Tebaxê herî kêm 14 kes hatin bidarvekirin û yek ji wan jî Reza Rasaei yê 35 salî bû ku piştî berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' hate girtin.

Li gorî raporê di 26'ê Tebaxê de Mobina Zeynivand a 18 salî li Eyaleta Îlamê ji aliyê bavê xwe ve bi hinceta ku xwest bi mêrê jê hez dike bizewice, hate qetilkirin. Her wiha hate ragihandin ku di nava meha Tebaxê de herî kêm 2 kolber hatin kuştin û 9 kolber jî birîndar bûn. Di nava mehekê de oldar jî di nav de herî kêm 17 kes hatin girtin û dadgehên Îranê ji 6 mehan heta 8 sal û 10 mehan cezayê girtîgehê li herî kêm 5 kesan birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.