Bi amadebûna her du Serokên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê lihevkirinek li ser demê destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê bi rêya şirketa SOMO’yê hate îmzakirin. Naveroka lihevkirinê ji çar xalan pêk tê ku xala herî diyar ew e ku nefta Herêmê tenê wê bi rêya şirketa SOMO were firotin.

Piştî rêze serdanên şandeyên Herêma Kurdistanê yên ji bo paytext Bexdayê, duh Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeyekê gihişt Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser demê destpêkirina hinardekirina nefta Herêmê lihevkirinek îmza kir.

Hate ragihandin ku di li hevkirinê de 4 xal hatine diyarkirin û wiha ne;

- Di lihevkirinê de hate diyarkirin ku nefta Herêmê tenê wê bi rêya şirketa SOMO were firotin û her wiha erkê Cîgirê Rêveberiya Giştî ya SOMO’ê ji bo Herêma Kurdistanê hate dayîn. Wê ji aliyê Herêmê ve kesek ji bo vî karî were diyarkirin.

- Wê lijneyek hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de were avakirin ku erkê wan bazarkirina nefta Herêmê ye. Ew ê 2 ji endamên lijneyê Kurd bin û 2 jî ji hikûmeta Iraqê be.

- Ev lijneya ku ji bo dan û standina derxistina yasaya neft û gazê hatî avakirin, wê bi derxistina yasaya neft û gazê re were hilweşandin.

- Ji bo dabînkirina dahata nefta Herêmê wê hesabek nû yê bankayê were vekirin, ev hesab di Bankaya Navendî de be yan jî di bankayek diyar de be ku her du hikûmetên Herêm û Iraqê li ser lihevbikin.

 

Bê destûr neft naçe Tirkiyê

Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya li Parîsê di 25’ê Adarê de biryar da ku êdî Herêma Kurdistan bêyî destûra hikûmeta Iraqê nefta Herêmê hinardeyî Tirkiyeyê neke. Piştî biryarê jî hinardekirina nefta xam ya Herêma Kurdistan ku rojane nêzî 450 hezar bermîl ji bo Tirkiyeyê diçû, hat sekinandin.

 

Bi nefta me Kurdistan bombe kirin

Endamê Rêveberiya YNK’ê Aras Mihemed derbarê lihevkirina Herêma Kurdistan û Bexdayê ya li ser hinardekirina nefta herêmê de, li ser malpera xwe ya tora civakî daxuyaniyek da.

Aras Mihemed da zanîn ku raste îro ne duhe, ji ber ku duh nefta herêmê dibin desthilata dagirkerên Kurdistanê de bû û got;“Dagirkerên Kurdistanê bi pereyê me Kurdistanê bombebaran dikir, lê îro neft ji bin desthilata dagirker û talankerên Kurdistanê derket. Êdî dahata neftê wê zelal be û nekeve berîka partiyek tenê da ku civaka Kurdistanê birçî bike, biçûk bixe û dorpêç bike.

Ti aliyek naxwaze bibe beşek ji siyaseta binketî ya salên borî, vegerandina pereyê neftê yê dizî û derxistina wê ya ji bin desthilata zilm û zordariyê, li hemû welatiyên Kurdistanê pîroz be.”

NAVENDA NÛÇEYAN