Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parasina Gel HPG’ê nasnameya 2 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi navê Herekol Hezex û Kurtay Şerzan ku di demek nêz de şehîd bûn, eşkere kir û destnîşan kir ku wê bibin şopdarê xeta şehîdan, heta ku armancên wan pêk tînin wê bê navber têbikoşin û wiha got:"Me di daxuyaniya ku roja 6’ê Kanûna 2023’an dayî de, wiha gotibû: ‘3’ê Kanûna 2023’an li derdora bajarokê Deywan a navçeya Kerboran a Mêrdînê du hevrêyên me bi dijmin re ketine nava şer. Hevrêyên me li vir bi çekên ferdî bi cesareteke mezin şer kirin û bi fedayiyane şehîd bûn. Ji hevrêyên me yên şehîd bûne, yek hevrê Rodî Nalîn bû. Hat eşkerekirin ku hevrêyê me yê din ku 3’ê Kanûna 2023’an şehîd bûye, Herekol Hezex e. Hevrêyê me Herekol yek ji mînakên herî şênber a mîlîtaniya Apoyî û hevrêtiya sade bû. Di serî malbata wî ya hêja û gelê Hezexê yê welatparêz, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdan û heta ku em armancên wan pêk tînin, em ê bê navber têbikoşin.
Hevrêyê me Herekol li Hezexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2015’an li Gabarê tevlî nava refên gerîla bû.
Rûkeniya hevrêyê me Herekol, hevrêtiya wî ya bi moral, dilê wî yê bi hezkirina welêt û gel dagirtî, dilsoziya wî ya mezin a bi Rêber Apo re, kesayeta wî ya bi îrade û cesareta wî, wê timî ji me re bibe mînak.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Herekol Hezex bi vî rengî ne:
Herekol Hezex (Yûnûs Ûras), li Şirnexê jidayîk bûye, 3’ê Kanûna 2023’an li Mêrdînê şehîd bû.
Bi xiyanetê şehîd bû
Hevrêyê me Kurtay Şerzan 17’ê Mijdara 2023’an dema ku li qada Kemah a Erzînganê ya herêma Dersimê li ser wezîfeya xwe bû, di encama xiyaneta kesê bi navê Aras de şehîd bû.
Hevrêyê me Kurtay ji gava ku tevlî nava refên gerîla bû heta şehîd bûyî, bi tevlîbûna xwe ya di tempoya bilind de her tim li pêş bû. Ji Amed heta Dersimê, ji Karadenîzê heta Koçgiriyê bêyî sekin têkoşiya û şer kir. Di serî de malbata wî ya hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku wê girêdayî bîranîna hevrêyê xwe Kurtay bimînin û teqez xeyalên wî pêk bînin.
Hevrêyê me Kurtay li Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2015’an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Kurtay ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve bêyî sekin bi fedakarî têdikoşiya, şert û mercên herî zehmet jî ji bo pêşxistina têkoşînê kir sedem û bû yek ji mînakên herî şênber a mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Kurtay heta kêliya ku şehîd bûyî jî ji sekin û têkoşîna xwe tawîz neda. Wê ji têkoşîna me re bibe çavkaniya îlhamê û her tim wê bîranîna wî zindî bê hiştin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Kurtay Şerzan bi vî rengî ne:
Kurtay Şerzan (Hayrettîn Guneş), li Wanê jidayîk bûye, 17’ê Mijdara 2023’an li Dêrsimê şehîd bû.
BEHDÎNAN