Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, li dijî êriş û tifaqên li dijî Şengalê û ji bo ji nû ve avakirina Şengalê îsal hatibû avakirin, her diçe mezin dibe û partiyeke din a bi navê “Hereke” jî tevlî kordînasyonê bû.

Li dijî peyman û êrişên li dijî tifaq 25’ê Hezîrana 2023’yan bi beşdariya çend partî û pêkhateyên Şengalê hatibû ragihandin. Ev tifaqa bi navê Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê hevdîtinan bi aliyê Iraqê re dike û heta niha encamên erênî bi xwe re anîne.

Doh li navenda Şengalê, li baregeha Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan, Tevgera Êzîdiyan ya ji bo Çareserî û Pêşketinê (Hereke), tevlî Kordînasyonê (Tensîq) bû. Bi amadebûna PADÊ, YNK, Partiya Teqedûm, kesayetên olî, eşayîrî û pêkhateyên din ên Şengalê civînek hate lidarxistin û paşê jî hate ragihandin ku Hereke tevlî kordînasyonê bûye. Hereke bi îmzekirina peymanê, tevlîbûna xwe ya li nava kordînasyonê fermî kir û eşkere kir ku ew tenê bi yekîtiyê dikarin daxwazên civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê li Iraqê biparêzin.

Armanca sereke ya Kordînasyonê, vegerandina koçberên Şengalê, têkûzkirina ewlekarî û aramiya li Şengalê, bipêşxistina siyaset û dîplomasiyeke hevpar, bipêşxistina îdareyeke di berjewendiya gelên Şengalê de û ji nû ve avakirina Şengalê ye.

Ev hêz li seranserê Nînowayê bi lîsteya bi navê, ‘Yekîtiya Gelên Nînowayê’ dikeve hilbijartinên parêzgehê.

ŞENGAL