Herdem Merwanî ‘Reqsa Perperîkan’ îmze kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:06

  • Li Pirtukxaneya Payîzê ya li navçeya Yenişehîrê ya Amedê,  li ser wêjeya Kurdî Mehmet Akdogan û Helbestwan Herdem Merwanî gotûbêjek li dar xistin.

Li Pirtukxaneya Payîzê ya li navçeya Yenişehîrê ya Amedê,  li ser wêjeya Kurdî Mehmet Akdogan û Helbestwan Herdem Merwanî gotûbêjek li dar xistin. Gelek kes tev li gotûbêjê bûn û elaqeyeke zêde nîşan dan.

Di gotûbêjê de Herdem Merwanî pirtûka xwe ‘Reqsa Perperîkan’ îmze kir.   

Ewilî nivîskar Akdogan ê moderatorê gotûbêjê axivî. Wî qala girîngiya wêjeya Kurdî kir. Piştî Akdogan Helbestvan Merwanî behsa serpêhatiye jiyan û nivîsandina xwe kir. Merwanî, da zanîn ku di 12 saliya xwe de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û 7 salan girtî maye û got, ew girtîgehê weke zanîngeh dibîne. 

Piştre pirs hatin kirin û helbest hatin xwendin.

Bavê Herdem Merwanî girtî ye, û li Amedê ew tev li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dibe. Wê heta niha bi navê "Çira" û "Reqsa Perperîkan" 2 pirtûkên helbestan nivîsandine û ev her du kitêb hatine weşandin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.