Efrîn ji Adara 2018'an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Hêzlnd agirker li efrînê ji hingê ve revandina mirovan, êşkence, kuştin, her wiha guhertina demografiya herêmê kirine ji kar û emelê xwe yê adetî.
Ajansa ANHA'yê li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên 6 mehên dawî raporek weşand. Rapor xwe disipêre daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê: “Di 6 mehên dawîn de 12 welatî, û 4 ji wan ji heman malbatê ne, şeva Newrozê (20'ê Adarê) li Cindirêsê hatin qetilkirin.
Her wiha di 6 mehên dawîn de 173 kes bi behaneyên nerast û bi armanca standina fîdyeyê, hatin revandin.”
Li gorî ve di 181 rojan de 173 kes hatine revandin, yanî dagirkeran hema hema her roj kesek ji bo fîdyeyê revandiye.
Li gorî rêxistinê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku mêtingehan ava bike, daran dibirre û dike êzing.
Rêxistinê bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 hezar û 500 darên zeytûn, gûz, behîv û fêkiyên din tevî darên daristanê birrîne. Zêdetirî 70 hektar zeviyên genim û ceh jî şewitandine.
Dewleta Tirk a dagirker di 6 mehên dawî de amadekariya avakirina 6 mêtingehan kiriye. Li ser vê yekê rêxistin van agahiyan parve dike:
Mêtingeha "Ecnadîn Filistîn"
Dewleta Tirk a dagirker di 4'ê Kanûna 2023'yan de mêtingeha "Ecnadîn Filistîn" li navçeya Cindirêsê vekir ku ew avahî jî bi piştgiriya rêxistina "Ecnad El Îslam" a Filistînî hatiye avakirin û malbatên çeteyên "Ehrar El Şam" di 40 xaniyên wê avahiyê de bi cih bûne. Erdê ku avahî lê hatiye avakirin di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên rojhilatê Cindirêsê ye, ku xwediyên wê jî Hesen Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ne. Her du jî koçberî Şehbayê bûne.
Mêtingeha "El Keramê" ya Qeterî
Saziya “Xêrxwaziyê” ya Qeterê di 12'ê Sibata bihurî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha "Bajarê El Keramê" li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. Hinceta wê jî jinûve avakirina xaniyên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xisar li wan bûye. Lê piştî ku mêtingeh bi dawî kir, malbatên çeteyan tê de bi cih kirin.
"Gundê Qeterî 2"
Meclisa Xwecih a Efrînê (ser bi dagirkeriya Tirk) û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4'ê Gulana bihurî de mêtingeha "Gundê Qeterî 2" li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa vekir.
Çeteyên "Sultan Silêman Şah" mêtingehek li navçeya Mabetayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.
Komeleya "El Eyedî El Beyda" mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.
Di çend rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mêtingehek li çiyayê Lêlûn ava kir.
Her wiha, çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên destavêtinê li dijî 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn.
Li kantona Efrîna dagirkirî rewşa ewlehî ya xerab û tevlihev serdest e ku kiryarên dizî, talankirin, mêtingeh û qaçaxiya narkotîkê berbelav in.
NAVENDA NÛÇEYAN