Bombardûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Efrîn û Şehbayê dewam dike. Di êrişên artêşa Tirk ên li djî gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê de, zaroka 14 salî Zeynep hate qetilkirin. 28'ê Hezîranê jî di encama teqîna mayineke çeteyan û artêşa Tirk de ya li navbera gundên Basilê û Aqibê yên navçeya Şêrawayê, Mîrzan Xelîl Ham Kalo bi giranî birîndar bû.
Bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê yên meha bihurî wiha ye:
* 1`ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê topbaran kir. 
* 2`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Hurbil, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye,Kelê, Tat Meraş, Tinib û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin. 
* 3`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Kelê, Bênê, Girê Kilûtê, Aqîbê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 134 obîsan, 23 hawanan û 13 guleyên tankan topbaran kirin.
* 4`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Girê Kilûtê, Xerab Şemsê, Meranazê û gundê Mezin yên Şehba û Şêrawayê bi 234 obisan û 89 hawanan topbaran kirin. 
* 5`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Tepê Gêra, Girê Xwedê, Meranaz, Malikiye, Kelê, Şewarxa, Soxanekê, Meyasê û Girê Kilûtê yên Şehba û Şêrawayê bi 96 obisan topbaran kirin. 
* 6`ê de Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Tat Meraş, Şewarxa, Merenazê, Eyn Deqnê, Kelê , Xerab Şemsê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 obîsan û 23 hawanan topbaran kirin. 
* 7`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên  Meranaz, Malikiyê,  Şewarxa, Tepê Şehîd Xabûr, Eyn Deqnê, tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 obîsan û 9 hawanan topbaran kirin.
* 8`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Til Medîq, Til Cîcan, Minix, Merenazê, Malikiyê, Bênê û Elqemeiye yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kirin. 
* 9`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Merenazê, Tat Meraş û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi bi 26 obisan û 26 hawanan topbaran kirin. 
* 10`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Meyasê, Malikiyê û Meranazê yên Şehba û Şêrawayê bi bi 127 obisan û 23 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
* 11`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên  Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Dêr Cimêl, Bênê, Samûqa, Bêlûniyê, Minix û Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obisan û 25 hawanan topbaran kirin. 
* 12`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranazê, Elqemeiye, Geliyê Meyasê, Qinêtrê, Girê Şehîd Xabûr, Kefer Xoşer, Basûtê, Kelê , Eyn Deqnê, Minix, Şêx Îsa û Samuqe yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kirin. 
* 13`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Minix, Bêluniye, Wehşiye, Til Rifet, Merenazê, Malikiyê, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, derdora Soxanekê, Ziyaretê, Xirêbkê, Dêr Cimêlê, Bênê, herêma di navbera Bênê û Dêr Cimêlê de, herêma di navbera Ziyaretê û Dêr Cimêlê de, herî dawî herêma di navbera Dêr Cimêlê û Kefer Naya de yên Şehba û Şêrawayê bi 478 obîxan û 180 hawanan topbaran kirin.
* 14`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gunên Malikiyê, Meranazê, Şewarxa, Meyasê, Eyn Deqnê, Tepê Gêra û Şêx Îsa yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 15`ê Hezîranê  dewleta Tirk bi şev û roj gundên Til mediq, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Bêluniyê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa,Bênê, Aqîbê û Soxanekê  yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin. 
* 16`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiye, Şewerxa, Tepê Meyasê , Tepê Kilûtê, Til Medîq, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 17`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Tat Meraş, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 18`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Elqemiye yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obîsan topbaran kirin.
* 19`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Tat Meraş, Malikiyê, Meranaz, Soxanekê , Girê Şehîd Xabûr û Aqîbê yên Şehba û Şêrawayê bi 30 obîsan û 13 hawanan topbaran kirin. 
* 20`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Eyn Deqnê, Malikiyê û Merenazê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 21`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Malikiyê, Meranaz û Elqemiye yên Şêrawayê topbaran kirin.
* 22`ê Hezîranê  dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz û Malikiyê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 23`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hezwan, Samuqa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye û Tinibê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin.
* 24`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Tat Meraş, Girê Kilûtê û Elqemiyê yên Şehba û Şêrawayê bi 27 obîsan topbaran kirin. 
* 25`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Meranaz, Malikiyê, Xerab Şemsê, Eyn Deqnê û Bêlûniye yên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj topbaran kirin. 
* 26`ê  Hezîranê dewleta Tirk gundên Meranaz, Elqemiye, Malikiyê, Şewarxa, Kelê , Bendava Şehbayê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsayê bi 25 hawanan û 35 obîsan topbaran kirin.
* 27`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Samuqa, Til Medîq, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Şêrka, Meranaz û rêya di navbera Şehba û Şêrawayê de, bi 60 obîsan û 12 hawanan topbaran kirin.
* 28`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Malikiyê, Meranaz, Girê Kilûtê, Eyn Deqnê û Tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin. 
* 29`ê Hezîranê dewleta Tirk gundên Elqemiye, Xirêbkê, Şêx Îsa û Hurbil ên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj topbaran kirin.
* 30`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz û Girê Şehîd Xabûr ên Şêrawayê topbaran kirin.
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de a gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê zaroka bi navê Zeyneb (14) jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 28`ê Hezîranê de jî di navbera gundê Basilê û Aqîbê yên Şêrawayê de mayîneke çeteyên dewleta Tirk bi Mîrzan Xelîl ê şivan de teqiya û kir ku ew bi giranî birîndar bibe.

EFRÎN