Her kes li ber xwe dide

Çarşem 31 Gulan 2023 - 00:44

  • Li wargeha penaberan a Mexmûrê, berxadana xelkê li dijî têlkirina dora wargehê di roja 12´an de dewam dike. Li konê berxwedanê, zarok bûne xemla berxwedanê. Dengbêj jî moralê xelkê xweş dikin.

Li Mexmûrê berxwedana xelkê wargehê kete roja xwe ya 12´an. Di berxwedanê de ji dengbêjan heta bi zarokan, ciwan, pîr, kal û jin, her kesê li wargehê cihê xwe digire. Zarok jî di vê berxwedana wargeha penaberan a Mexmûrê de bûne hêz û xemla berxwedanê.

Berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê di roja 12’an de bê navber dewam dike. Tevî dayîk, ciwan û jinan, zarokên Mexmûrê jî xemlek din a ciwan a berxwedanê ne.

Yanî ew berxwedana xelkê Botanê, di dil û mejiyê zarokên wan de li çolistanan Mexmûrê de jî şîn bûye, kat daye. Zarokên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji xwe bi vê rêûresma berxwedanê mezin bûne. Ew îro li warê berxwedanê, Mexmûrê hêviyên ji xwe mezintir hembêz dikin. Li gel dayîk û bavên xwe, di destên wan de hêviyên azadiyê û li ser lêvên wan dirûşme û stranên azadiyê, di konên berxwedanê de ew jî li ber xwe didin.

 

Xemla berxwedanê zarok in

Ji 20’ê Gulanê ve, yanî ji ev 12 roj in ku Artêşa Iraqê hewl dide ku bi têlan û bircan dorê li wargeha penaberan a Mexmûrê bigire. Xelkê Mexmûrê jî bi gotina ku tam cihê xwe bigire, ji heft salî heta heftê salî, ev 12 roj in di konên berxwedanê de xwedî li îradeya xwe derdikeve û teslîmbûnê qebûl nake. Doh bi şev jî xelkê wargehê di konên berxwedanê de nobet girtin. Xemla zarokên penaber, cihekî din ê kêfxweşiyê ye. Zarokên penaber bi stranên xwe coşeke mezin didin berxwedanê.

 

Bijî Berxwedana Mexmûrê

Berxwedana ku bi salan e tê mezinkirin, di çavê zarokên li konê berxwedanê ya Mexmûrê de jî tê dîtin. Di stran, dirûşme, ken û hêviyên wan de tê dîtin. Zarok destê dayikên xwe digirin, bi rûkeniyeke zelal berê xwe didin konên berxwedanê. Bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hêzê didin têkoşîna dayik û bavên xwe.

Di destên wan de hêviyên azadiyê, li ser lêvên wan dirûşme û stranên berxwedanê, kêlî bi kêlî çanda berxwedanê bi pêş dve dibin. Zarokên warê Berxwedanê Mexmûrê bi xwe dibêjin, bi zarokên penaber mabe, ev berxwedan wê dewam bike.

 

Moralê dide berxwedanê

Li gorî nûçeyan di ANF´ê de ya Armanc Herekol û Awyer Botan, Dengbêj Xelîl Mehmûd bi stran û dengê xwe li konê berxwedanê yê Mexmûrê yê li dijî dorpêç, têl û xendekên Iraqê, moralê xelkê xweş dike.

Dengbêj Xelîl Mehmûd ji gundê Hîlalê yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye. Ew ji salên 90’î ve ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker penaber bûye, niha li Mexmûrê dijmîne. 

Mehmûd dibêje, ji derveyî berxwedanê ti rêyeke wan a din nemaye û wiha dewam dike: “Ji derveyî vê wargehê em ciheke din ji bo xwe nabînin bi ewle. Li nava kampê, piranî jin, zarok û extiyar in. Ev zilmê û zoriyê li me dikin.” 

Dengbêj Xelîl Mehmûd balê dibe ser ambargoya bêhtirî sê salan a PDK´ê jî û wiha dewam dike: “Neteweyên Yekbûyî em bi xwe anîne vir bi cih kirine. Heqê kesê nîne vê zorî û zehmetiyê li ser me bike. Em daxwaz ji mafê mirovan a cîhanê dikin da ku li me bipirsin. Dawî li vê zilm û zordariyê bînin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.