Her kêliyeke wan berxwedan bû

Duşem 6 Gulan 2024 - 02:45

  • HPG’ê 2 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêyên me Soro Amanos û Şiyar Amed di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Soro û Şiyar pêşeng û milîtanên fedayî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî bûn. Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin. Her kêliya jiyanê ya hevrêyên me, bi berxwedanê dagirtî bû. Li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin. Di jiyan û şer de bi tarzên xwe yê têkoşînê nirxên madî û manewî yên ku ji aliyê partiya me PKK’ê ve hatine afirandin, mezin kirin. Ji bo me hemûyan bûn xwediyê sekna milîtaniyê ya mînak. Em milîtanên xurt ên ruhê fedayî yê Apoyî hevrê Soro û Şiyar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, di serî de malbatên me ya welatparêz a hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku têkoşîna şehîdên xwe, xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Mîrateyeke têkoşînê hîştin

Hevrêyê me Soro li navçeya Qileban a Şirnexê di nava malbateke ji eşîra Goyî ya qedîm de hat dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Soro di çarçoveya xebatên Hêzên Taybet de di nava wezîfeyên cur be cur de cih girt. Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin zêde bûn, di sala 2021’an de derbasî herêma Zapê bû ku berê pratîk lê meşandibû. Li dijî konsepta tasfiyeyê ya dijmin bi fedayiyane li ber xwe da û şer kir. Hevrêyê me xwest bi vî rengî bibe bersiv û li Zapê di nava gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li dijmin hatin xistin de cih girt û îdîaya xwe veguherand pratîkê. Dema ku dijmin li hemberî hevrêyên wî yên li Zap û Avaşînê bi rengekî dermirovî çekên kîmyewî bi kar anî, hevrêyê me Soro hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezintir kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me hêrsa xwe hîn zêdetir veguherand sedemê têkoşînê. Bû xwedî kedeke girîng ku Zap veguhere kelha berxwedanê. 10’ê Hezîrana 2022’yan di êrîşa dijmin a li qada Saca ya girêdayî Zapê de, şehîd bû. 

Hevrêyê me Şiyar di malbateke welatparêz de ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a mêtinger neçar man ji metropolên Tirkiyeyê koçî Mersînê bikin, hat dinê. Hevrêyê me ku piştî ji zindanên mêtingeriyê derket navber neda têkoşîna xwe û berxwedana xwe sala 2017'an li çiyayên Kurdistanê domand. Hevrêyê me Şiyar ê ku milîtanekî şert û mercên herî zehmet bû, ji bo Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bigihêje serkeftinê her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir. Bi xwedîderketina li mîrateya têkoşîna şehîdên me, bi rengekî fedakar ji bo têkoşîna şoreşê xebitî û bi awayekî fedaî şer kir. Hevrêyê me Şiyar ku ruhê serketinê jiya û nîşanî hevrêyên xwe da û li dijî dagirkeran bê teredût bi lehengiyeke mezin meşiya, mîrateyeke têkoşînê ya neyê jibîrkirin li dû xwe hişt û di 30'ê Hezîrana 2024'an de tevlî karwanê nemiran bû.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Soro Amanos (Muslum Urper), li Şirnexê jidayîk bûye, 10’ê Hezîrana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şiyar Amed (Mahsûm Bozat), li Mêrsînê jidayîk bûye, 30’ê Hezîrana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.