Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûne ev daxuyanî da;
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku hemû hêza xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê seferber kiriye, bi têkoşîna fedayî û berxwedaneke destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, tên pûçkirin. Hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat ku pêşengên vê berxwedana destanî bûn, di vê têkoşîna pîroz de gihiştin şehadetê û navê xwe di dîroka azadiya gelê me de bi cih kirin. Ev hevrêyên qehreman ên ku her kêliya xwe dan azadiya gelê me, bi kesayetiyên xwe yên fedakar, bi azweriya xwe ya azadiyê, bi hewldan û fedekariyên xwe wê her tim di têkoşîna me de bên bîranîn û zindî bimînin.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe nû dikin ku li ser şopa xeyalên hevrêyên xwe bin.
Hevrêya me Viyan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Dema Şoreşa Rojava destpêkir, tevlî tekoşînê bû. Ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker tekoşîneke xurttir bike, sala 2019’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi evîna xwe ya azadiyê, zelalbûna xwe ya di tekoşînê de, bû fermandar û gerîlayeke mînak a YJA Starê.
Hevrêyê me Serhildan li navçeya Silopî ya Şirnexê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi israra xwe ya di pêşketinê de gavên mezin avêtin, bi vî rengî tevlî tîmên bi tevger ên gerîla bû. Hevrêyê me Serhildan, di gelek çalakiyên li herêma Metîna de cih girt, dizanîbû ku encex bi vî rengî dikare layiqê hevrêyên xwe yên şehîd be.
Hevrê Ferhat li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2020’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevî ku di nava refên gerîla de nû bû, bi kesayeta xwe ya têgîhîştî, bawerî da hevrêyên xwe.Hertim xwe îdeolojîk û leşkerî ji şer re amade kir. Li herêma Metîna hertim li hemberî dijmin pîlansaziyên çalakiyan pêkanî, li gel xwe hevrêyên xwe jî kûr kir.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;
Viyan Mêrdîn (Leyla Elçîoglu), li Mêrdînê jidayîk bûye, 1’ê Tîrmeha 2023’an li Metîna şehîd bû.
Serhildan Têkoşer (Mûrat Akyol), li Şirnexê jidayîk bûye, 19’ê Hezîrana 2023’an li Metîna şehîd bû.
Ferhat Bane (Behrûz Ubeydî), li Bane jidayîk bûye, 25’ê Hezîrana 2023’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN