Her kêliya wan bi milîtanî bû

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:15

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de 13'ê Tîrmeha 2023'an şehîd bûn. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl di 13'ê Tîrmeha 2023'an de di êrîşa dijmin de şervanên têkoşîna me hevrêyên me Zinar Raperîn û Akîf Tolhildan şehîd bûn.

Hevrêyên me Zinar û Akîf ku fedayîtî ji xwe re kirin şêweyeke jiyanê û her kêliya xwe bi milîtanî derbas kirin, di demên herî zehmet de bi îdîa û biryardariya serketinê têkoşîna xwe mezin kirin. Hevrêyên me ji xwe re kirin yek ji armancên bingehîn ku dijmin li Kurdistanê nehêlin û bi baweriya ku ev yek jî bi şerekî bêhempa yê li dijî dijmin dibe, di her kêliyê de bêteredût berê xwe dan qadên şer. Hevrêyên me ji xwe re kirin dirûşme ku li Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û azad tenê bi kesayetî û îdeolojiya Apoyî dibe û di vê oxirê de têkoşîneke bê eman meşandin, xwe gihandin kesayetiya Modernîteya Demokratîk ku ji aliyê cewherî ve jiyaneke sosyalîstî û fikrê azad e. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe nû dikin ku di şexsê hevrêyên xwe de em ê armanca şehîdên xwe hemûyan pêk bînin.

Hevrêyê me Zinar li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, bi şarezabûna xwe ya di gerîlatiyê de û hevrêtiya xwe ya xurt li her qada ku lê ma ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû mînak. Bi rêbaza jiyanê ya fedaîtiyê her tim li pêş bû. Di êrîşa dijmin a 13'ê Tîrmehê de tevî hevrêyê me Akîf Tolhildan şehîd bû, bi durustî û samimiyeta xwe ya lêgerîna li heqîqetê wê her tim bê bîranîn. 

Hevrêyê me Akîf li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di demekê de ku êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava gihîşt asta herî bilind, hevrêyê me Akîf xwest tevlî berxwedana gelê me bibe, demekê li vê qadê têkoşiya. Hevrêyê me Akîf, ji bo karibe têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ispat kir ku heta milîtanên Apoyî yên li ser xeta fedaîtiyê dimeşin hebin, têkoşîn wê ti carî têk neçe. Ji ber vê yekê bi jiyan û şerê xwe, bi taybetmendiyên xwe yên bedew ku wê ji hevrêyên wî hemûyan re bibe rêber, di nava têkoşîna me de wê her tim bibe hinceta serketinê."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Zinar Raperîn (Mucahît Gungor), li Bedlîsê jidayîk bûye, 13’ê Tîrmeha 2023’an li Zê şehîd bû.

Akîf Tolhildan (Mehmet Emîn Atûg), li Mêrdînê jidayîk bûye, 13’ê Tîrmeha 2023’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.