- Hunermenda Fransî Niki de Saint Phalle, sala 1995’an ev peyker çêkiriye û peyker bi navê “Dancing Nana (Nana direqise)” navdar e. Pêr jî piştî barîna berfê ev berhema wê wiha xuya kiriye.
Hunermenda Fransî Niki de Saint Phalle, sala 1995’an ev peyker çêkiriye û peyker bi navê “Dancing Nana (Nana direqise)” navdar e. Pêr jî piştî barîna berfê ev berhema wê wiha xuya kiriye. Niki de Saint Phallê gelek peykerên wiha rengîn ên jinan çêkirine û navê hemûyan jî kiriye “Nana”. Ev
Nanaya direqise li gelek deverên Parîsê hatibû nîşandan. Armanca wê ji van fîgurên qelew ew e ku ev berhem weke nîşaneke “mayînde ya dayiktî û jintiyê” bi kêr werin. Hunermend bi xwe dibêje, “her jin xwedawendek e” û ev peykerên wê di heman demê de şahidiya li vê hizra wê dikin.
PARÎS