Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi diruşmeya, “Xwerêvebirin, xweparastin bi dengdayîna PADÊ wê pêk were” şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bang li gelê Êzidî hat kirin da ku di hilbijartinan de dengên xwe bide namzetê PADÊ. 

Şahî li Qaeya Bajarokê Sinonê ya Şengalê bi beşdarbûna sedan kesî hat lidarxistin. 

Hevserokê PADÊ Omer Salih got, “Pêwîst e her kes bi dengdayîna PADÊ xwedî li vê dîrokê derkeve. Îro em soz didin miletê xwe û hevalên xwe ku em ê her tim li ser rêya şehîdên xwe bin. Pîlanên ku îro li ser partiyên Êzîdiyan tên meşandin, fermanek e. Her kes dixwaze me bixapîne, lê belê em ne Êzîdiyên berê ne. Em bawer dikin ku partiya me wê bikare dengê me bigihîne her kesî û ji bo me têbikoşe.”

Li ser navê Tevgere Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî Rîham Hiço axivî û got; “Nêzî 7 salan em berxwedaneke bê hempa dikin. Weke TAJÊ jî di her warî de ji civaka xwe re me pêşengiyeke mezin kir. Em bang li civaka xwe dikin û dibêjin, îro dengê me şerefa me ye. Her dengekî me ji bo dijmin fîşekek e”.

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi projeyên PADÊ re, komployên li ser civaka Êzîdî wê bişikên: “Çawa ku em li vir hemû bi yek dengî bi hev re kar dikin lazim e bi yek dengî li derve bi rêya PADÊ em xwe îsbat bikin. Êrişên dawî jî li ser Şengalê diyar dikin ku li ser me konsepteke gelekî mezin heye. Em ê heye dawî bi civak û partiya xwe re bin.”

Nemzeta PADÊ Semîr Derwêş axaftina dawî kir û got, “Soza min ji civaka min re heye. Ez ê her tim bi tevahiya hêza xwe li parlamena Iraqê parastina civaka xwe bikim. Heta xwîn di laşê min de bigere, ez ê bi şev û roj ji bo çareseriya pirisgirêkan bixebitim.”

Şahî bi stranên Koma Çiyayê Şengalê û gerandina govandê bi coşeke mezin bi dawî bû. 

ROJNEWS/ŞENGAL