Her bilind e peykerê Egîd

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Adar 2023 - 05:15

  • Şoreşger li bîra xelkê ne. Ji bo ku xelk wan ji bîr neke û bi qedrê zanibe peykerên wan çêdikin û li meydanan datînin. Fermandar Egîd jî sembola serhildana gelê Kurd e. Mêhtinger her çiqas ji peykerên wî aciz bibin û hilweşînin jî têkoşîna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê dike ku peykerê Egîd her bilind e.

Fermandarê ARGK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de serkêşiya serhildaneke mezin kir û şerê li hember dagirkeriya Tirkiyeyê da destpêkirin. Li Dihê (Erûh) û Şemzînanê têkoşîneke bêhempa dest pê kir û di dawiyê de dewleta Tirk li hemberî komek gerîla têk çû. Dinya bi vê nûçeyê şiyar bûbû. Tevgera Azadiyê li ser hîmê pêngava 15’ê Tebaxê agirê şoreşê geştir kir. Ji wê demê ve Egîd bû sembola serhildana Kurdan û bi hezaran ciwanên Kurdistanê xeta Egîd meşandin, îro li ser bingehê berxwedana Egîd û hevalên wî, hêzên parastina gelê Kurdistanê hatin avakirin. 

Di 28’ê Adara 1986’an de li Çiyayê Gabarê tevî komek hevalên xwe, di şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê de şehîd bû. Wî her çiqas jiyana xwe ji dest dabe jî, bibîranîn û stranên li pey Egîd, nehiştin serhildana Egîd were jibîrkirin. Dema Koma Berxwedan di strana xwe de got; “Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurdan, bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja…” haya Kurdan ji berxwedana wî û hevalên wî çêbû. Ji ber egîdbûna wî, gelek kesan navê wî li zarokên xwe kir û niha bi sedan Egîd li ser riya wî dimeşin û xwedî li têkoşîna Egîd derdikevin.

 

Êrişa li hember peykerê Egîd

Ti kesî bawer nedikir, rojekê peykerên Egîd dê li Kurdistanê werin danîn. Sala 2014’an, roja 15’ê Tebaxê, bi minasebeta salvegera şehîdbûna Egîd, peykerê Egîd li gundê Sîsê yê ser bi Licê ve hate danîn. Hingê li gelek deveran goristanên şehîdan hatibûn çêkirin û peykerê Egîd jî nehatibû jibîrkirin. Peykerê Egîd li “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” hatibû danîn. Xelkê elaqeyeke mezin nîşani peyker da û gelek kes bi hev re ji bo peyker were danîn xebitîn. Lê dewleta dagirker ya Tirkiyeyê çavnebarî kir û xwest peyker hilweşîne. Piştî ku peyker ji hêla leşkerên Tirk ve hat hilweşandin, xelkê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Dewleta Tirk bi hêzên xwe yên dagirker êrişî xelkê kir. Leşkeran xelkê li wir da ber guleyan û welatiyê bi navê Mehdî Taşkin şehîd kirin. Di êrişa leşkerên dagirker de 2 Kurd jî birîndar bûn. Bi vî awayî dewletê nehişt ku xelk peykerê Egîd careke din li goristanê bi cih bike.

 

Egîd li Kobanê 

Lê dewleta Tirk bi şoreşê nekarî. Li Rojavayê Kurdistanê heval û hogirên Egîd çeperên şoreşê berfirehtir kiribûn. Vê carê jî eynî weke pêngava 15’ê Tebaxê, berxwedana dîrokî ya Kobanê li dinyayê deng vedabû û dinyayê behsa şoreşa Kurdan dikir. Piştî şoreş li Rojava bi ser ket, û çend salan piştî êrişên dagirkerên Tirk ên li Licê, ji bo salvegera şehîdbûna Egîd ya 31’ê ango di 28’ê Adara 2017’an de  peykerê Egîd li ser axa Kurdistanê bilind bû. Peykerê Egîd li meydana berxwedanê ya Kobanê hate danîn. Her wiha navê meydanê jî bû “Meydana Şehîd Egîd” û niha jî ew meydan bi navê Egîd tê zanîn.

 

Hesinkar bîra Egîd bir

Welatiyê bi navê Neşet Emî, bi derfetên kêm peykerê Egîd çêkiribû. Ew hesinkarekî di halê xwe de bû. Bi tena sere xwe di çêkirina peyker de kar kir û çêkirina peyker 8 mehan dewam kir. Neşet di çêkirina peyker de alavên hesinkariyê bi kar anîn û piştî 8 mehan ji xebata di dikana xwe ya piçûk ya li nêzî mala wî de peyker hate hazirkirin. Hate gotin ku peykerê Neşet çêkiriye yê yekem e ku li herêma Rojhilata Navîn hatiye çêkirin, ji ber ku cara yekem bû bi sacên hesin, peykerekî bi vî rengî hatibû çêkirin. 

Dewletên dagirker dikarin peykerên Egîd ji cihekî rakin yan jî hilweşînin. Lê dema ew ji Licê rakin, peykerê Egîd dê li Kobanê bilind bibe. Siberojê dê peykerê Egîd li Rojhilatê Kurdistanê jî bilind bibe,û helbet dê cihên din peykerên Egîd bên danîn. Ji lewre, ew bûye sembola serhildana gelê Kurd. Mêhtinger dibe ku ji ber çavên gel peykerên wî rakin, lê ew ê bi têkoşîna xwe her di bîra gelê Kurd de be û ti carî neyê jibîrkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.