Her beşa civakê bi ewle dibe
În 15 Kanûn 2023 - 00:25
NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO
Peymana Civakî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xwe dispêre civaka ekolojîk-demokratîk, civaka azad a jinê, aborî-komunal, rêveberiya xweser, edaleta civakî û konfederasyona demokratîk. Endama Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Bişar Qasim ku di nava komîsyonên amadekar ên Peymana Civakî de cih digire, ji ANF'ê re axivî. Stêr Bişar Qasim, da xuyakirin ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê netew, ol û mezhebên cuda ji xwe li ser esasê wekheviya gelan dijîn, mafên wan bi qanûnî ewle bûye û got ku ji ber her tim pêşketinên nû pêk tên, peymana civakî mecbûrî ye. Stêr Bişar Qasim, diyar kir ku divê Meclîsa Jinê di nava Peymana Civakî de bi awayekî aktîf cih bigire û got hewce dike ku komîteyên aborî, tenduristî, perwerdehî hîn bêhtir erk hildin. Bişar Qasim got, “Li gorî tecrûbeya şoreşeke zêdeyî 11 salan pêwîstî bi guhertin û veguherînê hebû."
Ji bo hemû pêkhateyan temînat e
Stêr Bişar Qasim, hebûna neteweyên wekî Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryanî, Çerkez, Çeçen û olên mîna Misilman, Xiristiyan, Cihû û Êzidî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibîr xist û got:“Nayê qebûlkirin ku tenê neteweyek bikeve rêveberiyê û neteweyên din jî di pozîsyona hindikahiyan de bimînin. Bi Peymana Civakî re mafên netewe, ol û mezhebên cuda hatin ewlekirin."
Stêr Bişar Qasim, da zanîn ku di prensîb û rêgezan de ti guhertin çênebûye û got ku pergaleke nû ji komûnê heta meclîsê, ji aboriyê heta darayî, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê pêdiviyên hemû herêmê pêk bîne hat pêşbînî kirin.
7 kantonên herêmê hene
Stêr Bişar Qasim, ragihand ku tenê navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye guhertin û xwe weke 7 kantonan bi rêxsitin kiriye û got:“Pergal veguherî 7 Kantonan, ango kantona Cizîrê, Firatê, Reqa, Tebqa, Dêra Zorê, Minbic û Efrîn-Şehbayê. Hemû madeyên Peymana Civakî girîng in, lê perwerde û tenduristî bi serê xwe weke mijarên sereke hatin destgirtin. Ji bo avakirina jiyaneke rêxistinkirî ya li ser bingeha demokrasiya rasterast bêyî gel ti gav nayên avêtin. Ji bo avakirina pergala civakeke hişmend û bi tendurist û perwerdehiya rêxistinkirî nîqaş hatin meşandin.”