PKK'ê, têkilî salvegera şehîdbûnê ya Endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn (Ismaîl Nazlikul) daxuyaniyeke niviskî da.
Komîteya Rêveberiyê ya PKK'ê şehîdên meha gulanê bi bîr anî û got, ''Em, endamê me yê Komîteya Navendî hevrê Kasim Engîn ku xeleka dawî ya Meha Şehîdên Gulanê ye û şoreşgeriya yekerê di şexsê xwe de berbiçav kiriye di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin em ê têkoşîna tolhildana şoreşger ku ev salek e em didomînin, di sala duyan de em ê zêdetir geş bikin û bidomînin. Em bang li hemû gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku hevrê Şehîd Kasim Engîn û di şexsê wî de heqîqeta şehîdên leheng rast fêhm bikin û bi rengekî xurt lê bibin xwedî.
NAVENDA NÛÇEYAN