EHMED ESAS / ANHA / REQA
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha zêdetirî 400 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye. Xebatên wergirtina genim dewam dikin. Rêveberiya Xweser buhayê her kîloyeke genim bi 46 sentan diyar kirriye. Desteya Darayî bi hevkariya Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî amadekariyên dayîna pereyên cotkaran dike.
8 navend hatin vekirin
Par radestkirina fatoreyên genim bi rêya Şirketa Bipêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk dihat, lê îsal bi rêya nivîsgehên dayîna pereyan tê kirin.
Nivîsgehê ji bo radestkirina fatoreyên genim ên cotkaran li Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê 8 navend vekirine.
Têkildarî mekanîzmaya radestkirina fatoreyên genim ên cotkaran, endamê Beşa Hesaban a Nivîsgeha Dayîna Pereyan a Navendî Macid El Elî ji ANHA'yê re axivî.
Çend rojên din pereyan didin
El Elî diyar kir ku destpêkê wê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê lîsteya navên cotkaran, navendên radestkirina genim, miqdar û cureyên wê û daneyên din ên berhemên wan radest bike û got;"Nivîsgeh wê lîsteyan li şaxên xwe belav bike da ku fatoreyan radestî cotkaran bike."
El Elî destnîşan kir ku pereyên cotkaran wê bi dolar werin dayîn û eger kêmî 100 dolarî be wê bi lîreyên Sûriyeyê were temamkirin û wekî mînak got, eger pere 2 hezar û 550 dolar be, wê 50 dolar bi pereyên Sûriyeyê werin dayîn.
Macid El Elî anî ziman ku di çend rojên bê de wê pereyên cotkaran bidin.