- Ahmet Bîlgîn ê ku 30 sal in, di zindanên dewleta Tirk de bû, doh jiyana xwe ji dest da. Ahmet Bîlgîn herî dawî di zindana Tîpa F a Bolu de dima.
Ahmet Bîlgîn ê ku 30 sal in, di zindanên dewleta Tirk de bû, doh jiyana xwe ji dest da. Ahmet Bîlgîn herî dawî di zindana Tîpa F a Bolu de dima. Doh rêveberiya hepsê telefonî malbata Ahmet Bîlgîn kiriye û ji wan re gotiye ’Ahmet Bîlgîn ji ber sekta dil miriye’. Cenazeyê ji bo otopsiyê birine Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê. Malbat piştî vê xeberê ji bo wergirtina cenazeyê berê xwe da Enqerê.
Ahmet Bilgîn ji Darahêni ya Çewligê bû. 30 sal in, di hepsê de bû û ji bo tehliyeya Ahmet Bîlgîn 5 meh mabû. Berî sê salan jî dilê wî sekinîbû.
AMED