• KHRN´ê bi raporekê got, li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê li hepsên êşkenceyê yên veşartî zilmê li girtiyên siyasî yên Kurd dike. Ew bi şahidan re jî peyivî û bi rapora xwe nîşan da ku li yek navenda li Urmiyê bi sedan kes dikarin bên girtin.   

Kurdistan Human Rights Network (Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê - KHRN) bi daxuyaniyekê got, rejîma Îranê hepsên veşartî li Rojhilatê Kurdistanê ava kirine û li van hepsan êşkenceyê li girtiyên siyasî yên Kurd dike. 

KHRN rêxistineke civaka sivîl a Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ye û navenda wê li Fransayê ye. Rêxistin dibêje, di nava Pasdaran û Wezareta Îstîxbaratê de ev hepsên veşartî hatine avakirin. 

Li Kurdistanê êşkencexane li dijî Kurdan

Rapora rêxistinê xwe disipêre îfadeyên girtiyên berê yên ji Rojhilatê Kurdistanê. Li gorî raporê li van hepsên veşartî, rêbazên cihê yên êşkenceyê li ser girtiyan tên ceribandin. Di nava van rêbazan de yên derdikevin pê jî li gorî raporê ev in: Girêdana giraniyan bi firaxên cinsî yên girtiyan ve, bi esreqê ve daliqandina girtiyan, bi xortum û kabloyan li bedena girtiyan xistin.

KHRN´yê behsa navendeke nezaretê ya ser bi Wezareta Îstîxbaratê (Îtlaet) ya li Urmiyê kir û her wiha behsa 2 navendên Pasdaran li Urmiyeh û yeke li Sinê kir. Li gorî raporê li yekê ji van navendan hucreyên pirr piçûk hene ku navê “qebr” li wan tê kirin. 
Girtiyên vê navendê yên berê ji KHRN´ê re gotine, kesên ew dixistin ber lêpirsînê, gef jî li wan dixwarin, yên weke, heger ew hevkariyê nekin, ew ê dest biavêjin endamên malbata wan. 

Girtiyekî li navenda Pasdaran li Sinê ragirtî bû jî gotiye, tevî ku gule berdan lingê wî jî, 29 rojan ew birîdar girtine û nebirine nexweşxaneyê. Wî got, ji bo ku bi darê zorê li xwe mikur werin, wan înfazkirina kuştinê ya qelp jî weke rêbaza êşkenceyê li dijî wî bi kar aniye. 

Şahid peyivîn

Girtiyê siyasî yê berê  Mohammad-Hossein Rezaei, li navendeke Îtlaetê ya li Sibê hatiye ragirtin. Wî gotiye, ew bi maseyekê ve hatiye girêdan û bi kabloyan lêxistine. Rojnamevan û aktîvîsta mafê mirovan a ji Rojhilatê Kurdistanê Roya Toloui ya li Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê jî got, piştî ku ew sala 2006´an hatibû girtin, li navendeke îtlaetê ya li Sine, êşkence lê hatiye kirin û êşkencekarên îtlaetê dest avêtinê. Sedem jî ew bûye ku wê qebûl nekiriye lixwemikurhatina ku memûrê lêpirsînê berê amade kiribû. 

Bi sedan kes li yek navendê

Li gorî raporê Navenda Kirina Nezaretê ya Pasdaran a li Urmiyê ewqasî mezine ku bi sedan kes di heman demê de dikarin lê bên ragirtin.  

Şert û mercên heps û navendên girtinê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî asayî jixwe ji yên li deverên din ên Îranê dijwartir in. Lê bala raya giştî û civaka navneteweyî zêde naçe ser vê. Ji ber ku komeke hackeran Tebaxa bihurî li ser êşkenceya li Hepsa Evîn a li Tehranê dîmen bi dest xistin û weşandin. Bala civaka navneteweyî hinekî çûbû ser şert û mercên li hepsên rejîma Îranê. Hingê serekê Rêxistina Hepsan a rejîma Îranê Mohammad-Mehdi Haj-Mohammadi qaşo doza lêbihurînê kir û îdîa kir ku ew ê miameleya pêwîst li dijî berpirsiyaran bide destpêkirin. 

Rojnamevan Sepideh Qolian nîşan da ku ev gotinên serekê sîstema hepsan a rejîma Îranê pûç in. Wê behsa 20 bûyerên miameleya neinsanî li dijî hepsiyên  jin ên di hepsa Buşehr a li başûrê Îranê de kir. Wê her wiha di 5´an ji wan de navê berpirsiyaran jî hilda. Lê kesî bersiva wê neda. 

NAVENDA NÛÇEYAN