• Nivîskar Firat Can piştî 11 salan ji hepsê hat berdan. Can dibêje, her ku wî li hepsê nivîsandiye, azad bûye û piştî hatiye berdan, ew çûye, û wî ew darên ku wî pirr bêriya wan kiriye, hembêz kirine. 

Nivîskar Firat Can piştî 11 salan ji hepsê hat berdan. Can dibêje, her ku wî li hepsê nivîsandiye, azad bûye û piştî hatiye berdan, ew çûye, û wî ew darên ku wî pirr bêriya wan kiriye, hembêz kirine. Ji Ajansa Mezôpotamyayê (MA) Mehmet Aslan û Mahmut Altintaş  pê re peyivîn.

Firat Can li Hepsa Denîzliyê ya Tîpa T girtî bû û di 13’ê Mijdarê de hat berdan. Can sala 2010’an bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Zêdeyî 11 salan di girtîgehên Hatay, Edene, Enqere, Antalya û Denîzliyê da ma. Gava ku Firat Can kirin nezaretê gelek mafên wî hatin binpêkirin. Tevî ku ew şeş meh bûn cezayê wî qediyabû jî nedihat berdan. Berdana wî bi derengî ket. 

Can diyar kir ku zêdeyî 6 salan di girtîgeha Denîzliyê de maye û dema sewqî vir hatiye kirin, êşkenceyên weke lêgerîna tazî lê hatiye kirin û ji ber ku li ber vê rabûye, destê wî yê çepê hatiye şikandin: “Bi vî awayî ez avêtim hucreyê. Nêzî 15 rojan ez di hucreyê de mam. Pişt re ez çûm qawîşa ku siyasiyan. Heqaret li me dikirin. Rojekê dema ku ew diçûn jimartinê li beşê jimartin ferz kirin. Em li ber rabûn. Di jimartinê de gardiyanan dema em jimartin gotin ‘14 dewar’. Di pêvajoya pandemiyê de ev binpêkirin zêde bûn.

Me nikarîbû çalakiyên xwe yên weke werzîş, atolye, rûniştina bi hev re bikin. Destûr nedan ku em bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Nehiştin em malbatên xwe jî bibînin. Pêkanîn bi temamî keyfî bûn, nameyên me nehatin dayîn û gelek nameyên me bi vî awayî winda bûn, paketên me jî nehatin teslîmkirin. Nexweşxane, dema ku em birinê, her tim gardiyanan em sor dikirin.”

Wî di hepsê de du kitêb nivîsandin; “Umuda Bir Ülke (Welatek ji bo hêviyê )” û “Hep Mavî Kal (Her tim şîn bimîne. Lê kitêbên wî nedan wî: “Nedayîna pirtûkê ji bo nivîskarekî mîna ku zarokekê nedin dayika wê ye.” 

Gava ku Firat Can hatiye berdan ka wî çima dar pêşî himbêz kiriye, wî wiha rave kir: “Min di hepsê de hin xeyal kiribûn. Yek ji wan xeyalan jî hembêzkirina darekê bû. Min pisîk maç kir. Mirov di girtîgehê de bêriya gelek tiştan dike.

Dema ku ez hatim berdan, min darek hembêz kir.”

STENBOL