Hepsê ji bo berdana kitêba Kurdî fîdye xwest

În 15 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Li hepsa dewleta Tirk a Denizli ya Tipa T, Ridvan Îmre girtî ye. Ev qederê du salan e ku ew li ser kitêbeke zanistî ya bi Kurdî dixebitî. 

Li hepsa dewleta Tirk a Denizli ya Tipa T, Ridvan Îmre girtî ye. Ev qederê du salan e ku ew li ser kitêbeke zanistî ya bi Kurdî dixebitî. Piştî ku karê wî qediya û xwest ji bo çapê ji matbaayê re bişîne, rêveberiya hepsê kêfî ew asteng kir. Rêveberiya hepsê ji Ridvan Îmre xwest 20 hezar lîreyên Tirk bide da ku kitêb ji hepsê derkeve. Yanî esas fîdye ji Ridvan Îmre xwest.

Ridvan Îmre da zanîn ku wî gelek caran fermî miracaet kiriye, lê ti encam bi dest nexistiye. Ew nikare kitêba xwe ya bi navê "Zanistên gelêrî yên Kurdî" ji hepsê derxe derve. 

Li gorî Sol Haberê, Ridvan Îmre bi rêya telefonê ji malbata xwe re gotiye, "Ferz dikin ku wergerînim Tirkî. Ji ber ku ez nivîskar im, wergera min jî qebûl nakin. Rêveberiya hepsê dixwaze bi kesekî din wergerê bide kirin û mesrefa wê jî ez bidim. Ji min 20 hezar lîreyên Tirk xwestin ji bo wergerê."

Tenê li dijî Kurdî ye

Ridvan Îmre wekî din got, "Berê ji hepsê mehkûmekî din metneke li ser zanistên perwerdeyê bi Elmanî nivîsand û metn derxist derveyî hepsê. Prosedureke bi vî rengî li ser wî ferz nekirin. Yanî vê yekê halê hazir tenê li ser Kurdî ferz dikin." 

DENIZLI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.