Hepsan çênekin sûcan kêm bikin

În 21 Çile 2022 - 22:09

  • Girtîgeha nû ku AKP'ê wekî "îstixdam ji bo Semsûrê" lanse kir, bû sedema nerazîbûnê.

EMRULLAH ACAR  / MA / SEMSÛR

Girtîgeha nû ku AKP'ê wekî "îstixdam ji bo Semsûrê" lanse kir, bû sedema nerazîbûnê. Serokê ÎHD'a Semsûrê Bulent Çinar, got, girtîgeh ji bo bajarekî nabe "îstîxdam" û pêdiviya Semsûrê bi girtîgehê nîne, bi qadên îstîxdamê heye. 

Li gorî Rapora Statîstîkên Ceza ya 2020'an a Konseya Ewrûpayê, piştî Rûsyayê herî zêde girtîgeh li Tirkiyeyê hene. Di "Bernameya veberhênaniyê ya 2022'yan" de ya ku 16'ê Çile, bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hat diyarkirin ku dê ji bo 36 girtîgehên nû, nêzî 2 milyar TL bên xerckirin. 

Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha li gundê Hacihalîl ê Semsûrê ye. 31'ê Nîsana 2021'ê dest bi çêkirina vê girtîgehê hatiye kirin. Girtîgeh li ser 270 donim erd tê çêkirin û 99 hezar metrekare ye. 

Serokê Şaxê ÎHD´ê yê Semsûrê, Bulent Çinar, li ser rewşê got, "Diviyabû ji bo kêmkirina sûcan, kêmkirina hejmara girtî û hikumxwaran li ser projeyan bihatana sekinandin, lê berevajî vê, hejmara girtîgehan tê zêdekirin. Pirsgirêkên Semsûrê ên girîngtir hene. Em li benda çareserkirina van pirsgirêkan in. Ji bo bipêşxistina perwerdehî û hilberandinê proje divên. Pêdiviya Semsûrê bi girtîgehan nîne, bi îstîxdamê heye. Ji bo kêmkirina sûcan, pêdivî bi projeyan, bi perwerdehiyê heye.

Li Semsûrê tekane rêya debara mirovan, tûtin e, lê bi qanûna 1'ê Çile re, ew jî ji dest wan hat stendin. Xizanbûna mirovan dê bibe sedema zêdebûna sûcan jî. Ji dêvla çêkirina girtîgehê, pêdiviya Semsûrê bi projeyên ji bo hilberandinê heye." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.