- Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar, ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên sala 2015’an, 22 meh ceza lê hatibû birîn.
Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar, ji ber hin parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal ên sala 2015’an, 22 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê wî hatibû birîn, di 20’ê Îlonê de hatibû girtin. Guven, piştî ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora “divê ji ber tenduristiyê ceza bê taloqkirin” dabû wî, di 11’ê Cotmehê de hatibû berdan. Bekîr Guvenê nexweşîna Hûntîngtonê pê re heye û Rûkiye Guven behsa çîroka jiyana xwe kirin.
Pêşî di nav TKP’ê de bûye
Guven, di sala 1966’an de li navçeya Sêwreg a Rihayê hatiye dinê. Gava 6 salî bûye malbata wî bar kiriye çûye navçeya Soke ya Aydinê. Guven û hevjîna wî Rûkiye Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de gava di bin banê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) de têdikoşiyan, hevdu nas kirine. Guven, di dema Derbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê de 3 salan di hepsê de maye.
Şahidê komkujiya Gazî û Sêwazê ye
Rukiye Guven, got, hevjînê min bûye şahidê gelek bûyeran û wiha peyivî: “Şahidê grevên birçîbûnê yên piştî Derbeya 12’ê Îlonê ye. Em di sala 1989’an de çûn Stenbolê. Me di nav xebatên sendîkayî de cih girt. Şahidê Komkujiya Gaziyê û Komkujiya Sêwazê ye.”
22 meh û 5 roj ceza didinê
Rûkiye Guven ji bo doza hatiye vekirin jî got: “Ev lêpirsîn di 2015’an de dest pê kir. Bi hinceta li bin nûçeyeke hatiye parvekirin şîroveyeke kiriye. Her wiha di nav dosyeyê de şîroveyên ku wî nekirine jî hene. Hatiye îdiakirin ku gotiye ‘Bijî PKK, Bijî YPG.’ Me ev yek li dadgehê îspat nekirin û bêyî bê vekolandin 22 meh û 5 roj ceza lê hat birîn.”
Di hucreyekê de bi tena serê xwe
Guven, anî ziman ku hevjînê wê Bekîr Guven ji sedî 98 astengdar e, lê dîsa jî hatiye girtin û got: “Di 20’ê Îlonê de wî birin Hepsa Eskîşehîrê. Gava wî birin hepsê, ewilî wî xistin hucreyeke yekkesî. Nikaribû bi tena serê xwe xwarina xwe bixwe. Ji bo dengê xwe ragihîne nikaribûye li derî jî bixe û biçe tuwaletê jî. Bi mudaxileya komeleyên mafên mirovan, baro û kampanyaya li ser medyaya civakî ew rakirin nexweşxaneyê.”
Rojên herî xirab ên jiyana min
Bekîr Guven jî ku bi zorê diaxive, got: “Hat serê min. Heps ne ciyên girtiyên nexweş e. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan. Gava çûm heyetê, polîsekî destên min kelemçe kirin, ew her 3 roj, rojên herî xirab ên jiyana min bûn.”
Bijîşk dibêjin tedawiya wî tine
Rûkiye, diyar kir ku ji ber nexweşînê cezayê hevjînê wê salekê hatiye taloqkirin û got: “Heger cezayê wî veguherînin cezayê hepsa malê dê ji bo me pirr baş be. Dê salek bi şûn de nexweşîna wî girantir bibe. Bijîşk dibêjin tedawiya wî tine ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku dosyeyê xera bike û cardin li Dadgeha Bilind bê dadgehkirin.”
MA/ENQERE