Heps êşkencexane ne

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 21:33

  • Parlamentera HDP´ê Muazzez Orhan bi bîr xist ku hema hema her hefte du cenaze ji hepsan derdikevin û got, “Girtîgeh bûne cihê mirin û êşkenceyê. Ji ber vê yekê em bang li Wezareta Dadê dikin; daxwazên malbatan bi cih bînin.”

Çalakiyên edaletê yên xizmên girtiyên nexweş û yên ku berdana wan hatiye taloqkirin, lêi Amed û Wanê dewam kirin.  

Wekîla Hevserokên Koma HDP’ê di parlamena Tirk de Meral Daniş Beştaş di çalakiya li Amedê de bal bire ser mirina girtiyan. 

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, li ber Dadgeha Amedê di roja 275’an de dewam kir. Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasetmedar û her wiha Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş beşdar bûn. 

Reşahat Ada ya xwişka Hamdusena Ada ye. Hamdusena li Girtîgeha Amedê tê ragirtin. Reşahat di nobedê de axivî û bi bîr xist ku ev 10 meh in Nobeda Edaletê didome. Reşahat diyar kir ku li girtîgehan zext zêde bûne û xwest girtiyên nexweş bên berdan da ku bên dermankirin. Reşahat da zanîn ku li girtîgehan nexweşiya vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Girtiyan nabin nexweşxaneyan. Heta em sax bin em ê li pey doza girtiyên xwe bin.

Heta kesek jî li girtîgehê bimîne, berxwedan wê bidome.”
 
Dixwazin mirinê asayî bikin 

Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî hot, pirsgirêkên li girtîgehan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bûne û got, “Desthilat dixwaze li girtîgehan mirinan asayî bike. Dixwazin dermannekirina girtiyên nexweş asayî bikin. Ev ne tiştên asayî ne. Em ê vê qebûl nekin. Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê xistine dewrê. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, lê biryara berdana Çevîk Bîr dan. Ne tenê girtî tên cezakirin, her wiha malbatên wan jî tên cezakirin. Em ê hesabê vê yekê her bipirsin.” 

Êdî mafan binpê nekin!

Xizmên girtiyên nexweş û yên ku berdana wan hatiye taloqkirin, li Wanê jî li ber avahiya edliyê hatin gel hev û daxwaza xwe ya "Edaletê" dubare kirin.

Malbatên girtiyan li vir, careke din bang kir da ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Parlamentera HDP´ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endam û rêveberên Rêxistina DBP û HDP’a Wanê, Komeleya Pitşevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re a Wanê (TUAY-DER), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes li pêş edliyeyê civiyan û piştgirî dan nobeta malbatên girtiyan. 

Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr bi bîr xist ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan di çalakiya Nobeta Edaletê de ne. Wê got, ew dixwazin binpêkirinên mafan neqewimin. Aslihan Tîmûr, bang li rayagiştî kir û got: “Di serî de malbatên girtiyan, dixwazin hemû dayik tevli nobeta edaletê bibin.”

Parlamenter Mûazzez Orhan jî got, malbatên girtiyan demeke dirêj e bang li Wezareta Dadê dikin: “Banga malbatan a ‘edaletê’ li wezaretê ye. Em dizanin ku hema hema her hefte du cenaze ji hepsan derdikevin.

Girtîgeh bûne cihê mirin û êşkenceyê. Ji ber vê yekê em careke din bang li Wezareta Dadê dikin; daxwazên malbatan bi cih bînin.”

Di dema axaftina Muazzezê de polîsan, biryara qedexeyan a walitiyê weke hincet nîşan da û daxuyanî asteng kir. Nobetdaran bi çepik û tilîliyan polês şermezar kirin. 

JINNEWS/ AMED-WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.