Hemû xalîçe xwedî çîrok in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 12 Sibat 2025 - 00:22

Jinên di atolyeya xalîçeyan de dixebitin diyar kirin ku çêkirina xalîçeyan di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e û gotin: "Hemû xalîçe xwedî çîrok û dîrok in. Ji bo ku ew ji holê ranebin em gelekî dixebitin. "

Atolyeyên xalîçeyan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve di çarçoveya xebatên ji bo jinan de hatine vekirin, bala jinan dikşînin. Ev atolye hem çavkaniya debarê û hem jî îmkanên bi hevrebûnê dide jinan. Jinên ku di atolyeya xalîçeyan de dixebitin diyar kirin ku ew bi hev re dema xwe derbas dikin bi vê jî kêfxweş in û der barê xalîçeyên ku çêkirine de axivîn.

Em ê nehêlin çand winda bibe

Ceylan Koklu diyar kir ku ew 20 sal in ku xalîçeyan çêdike û wiha got: "Ji bo me jî dibe hatiniyek û em ji bo xwe mesref dikin. Em her roj saet di 07.00’an de heta 7’ê êvarê tên dixebitin. Çêkirina xalîçeyan çanda me ye. Em ê nehêlin ku ev çand winda bibe. Eger ez dev jê berdim, keça min an neviya min wê bikin." 

Me hawêreke dostaniyê ava kiriye

Suheyla Gumuştaş, diyar kir ku ew ji dayik û xesûya xwe hînî xalîçeçêkirinê bûye, 9-10 sal in ew vî karî dike û wiha got: “Dema ku atolye vebû em hatin tiştên ku me dizanibû me hildiberand. Em bi dildarî û bi baldarî vî karî dikin. Pir xweş e ku em bi jinan re li vir bi hev re ne û me hawêreke dostaniyê ava kiriye.”

Hemû xalîçe xwedî çîrok in

Suheyla Saritaş, anî ziman ku her nexşek çîrokeke wê heye û wiha got: “Hemû xalîçe xwedî çîrok û dîrok in. Ji bo ku ew ji holê ranebin em gelekî dixebitin. Ji bo ku ev çand winda nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Ez dixwazim zarokên min jî hîn bibin û bikin. Xalîçeya ku ez niha çêdikim ji nexşên lê re perik an jî çilgul tê gotin."

Navên xalîçeyan 

Fatma Aviş jî diyar kir ku ji 15 saliya xwe ve vî karî dike, Fatma Aviş anî ziman ku ew ji dayika xwe fêrî çêkirina xalîçeyan bûye û wiha got: “Em jî fêrî zarokên xwe dikin û li malê jî bi karên destan ên wek xiftan, cil û berg û xişirtiyê derbas dikin. Navê xalîçeya ku ez niha diçim çêdikim, kesneker e, ji ber ku lêdana wê zehmet e û kes nikare çêbike. Navê xalîçeya ku min berê çêkiriye 'canbeza' bû û jina ku ew xêz kir jî ji ber ku di dema çêkirina xalîçeyê de pir westiyabû û bêzar bibû jê re dibêjin 'canbeza' bû bi wî navî tê binavkirin."

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.