Hemû saziyên Şengalê seferber bin

În 15 Kanûn 2023 - 00:54

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di 18’ê Kanûnê de tên lidar xistin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi çar namzetan ji lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinên parêzgeha Mûsilê dibe. Namzetê herî li pêş yê PADÊ Qasim Keşko ye. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo, banga çûyîna ser sindoqan û piştgirîdayîna namzetên PADÊ li xelkê Êzîdî û hemû xelkê Şengalê kir. Nayîf Şemo da zanîn kesên heya niha li ser hesabê Êzidiyan hatine hilbijartin, ne bi xwesteka gel bûne û got:“Herkes namzetên xwe dihilbijêre, lê em weke xelkê Êzîdî timî li pey pariyê xelkê ne. Cara din 3 kes li ser hesabê civaka Êzîdî şandin parlementoyê, lê dibe ew kesane bi dilê yek Êzîdiyeke Şengalê nebe.”

Divê gazindan nekin

Nayîf Şemo rexne li civaka Êzidî kir û got:“Em timî gazindê ji hikûmeta Iraqê dikin û dibêjin tiştek ji me re nake. Lê niha fersend hatiye ber deriyê me, divê em vê binirxînin û ji bo xwe kar bikin. Eger me vê carê ji xwe re nekir, divê em êdî gazindê ji ti kesî nekin.” Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo bi rêya ajansa me bang li hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser kir, ji bo hilbijartinê seferber bibin û wiha axivî: “Banga min ji hemû xelkê me yê Êzidî û Şengalê giştî re heye, vê carê dengê wan vala neçe. Em bang ji rêxistinên xwere jî dikin, ev fersenda taliye ji me re, divê hemû seferber bibin. Divê saziyên me yên medenî û leşkerî di vê mijarê de dest bidin hev û seferber bibin.’’ Nayîf Şemo da zanîn, Rêveberiya Xweser xwediyê Şengalê ye û got:“Em hêza herî xurtin li Şengalê, çarenûsa Şengalê diyar dikin û xwediyê wêne. Pêwîste em vê carê encamek bidest bînin û serkeftinê bînin. Eger em vê carê kursiyek ji encûmenê bidest bixin, emê bikarin sibe di hilbijartinên parlementoyê de jî encam bidest bixin û êdî mûhtacê kesê nebin. Emê bixwe karên Şengalê birêve bibin. Emê karê Şengalê ji destê bê wijdanan derbixin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.