Hemû jî rojnamevanên Kurd digirin

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 03:57

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) diyar kir ku di sala 2022’yan de gelek rojnamevan hatine girtin û bal bire ser wê yekê tiştî ku Tirkiye di nav wan 5 welatan de ye ku herî zêde rojnamevan li wan girtî ne.

CPJ’ê raporek weşand û got, “Li temamê dinyayê sala 2022’yan gelek rojnamevan hatine girtin. Serokên otorîter ji bo dengê muxalifan bibirin û azadiya çapemeniyê betal bikin, nûçegihaniya serbixwe wekî sûc dibîne. Di sala 2022’yan de 363 nûçegihan ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Li gorî par ev rêje ji sedî 20 zêde bûye û ev rewşeke xetere ye.”

Di raporê de hate diyarkirin îsal herî zêde Îran, Çîn, Myanmar, Tirkiye û Belarûsê rojnamevan hatine girtin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li Tirkiye û Îranê bi taybetî li ser rojnamevanên Kurd zext gelekî zêde bûne. Di raporê de hate gotin “Li Îranê Kurdan berdêla protestokirina hikumetê da û herî kêm 9 rojnamevên Kurd niha girtî ne. Li Tirkiyeyê jî nûçegihanên JINNEWS’ê, Ajansa Mezopotamyayê û xebatkên şîrketên produksiyonê bi giştî 25 rojnamevên Kurd hatine girtin. Li Iraqê jî îsal bi qasî ku hate tespîtkirin sê rojnamevan hatine girtin.”

CPJ’ê diyar kir li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 40 û bal birin ser qanûna sansurê ya li dijî azadiya çapemeniyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.