Hemû hewldanên wan têk çûn
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:55
Ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb der barê geşedanên dawî li eniyên şer ên li gundewarê Minbicê, herêma pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê de axivî û got:"Di dirêjahiya 20 rojan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kontrol bikin. Lê hêzên me tevahî hewldanên wan, ruxmî piştgiriya hewayî û hêzeke mezin a leşkerî, têk birin. Şervanên me berxwedaneke mezin raber kir, êrişên çeteyan şikandin, zirarên mezin bi wan û cebilxaneyên wan kirin. Hêzên me zêdetirî 450 çete kuştin û bi dehan tank û wesayîtên zirxî rûxandin." Ereb diyar kir ku hêzên wan êrişên bênavber ên çeteyan têk dibin û li eniya başûrê rojhilatê gundewarê Minbicê bi pêş de diçin û nêzî navenda bajêr in. Şakir Ereb di dawiyê de got hêzên wan ên leşkerî di çarçoveya têkbirina êrişên çeteyan de fedakariyên mezin dikin û got:"Em amade ne di oxira parastina gelên Herêmê de fedakariyên mezintir bikin."
ANHA/REQA