Weşanên Sor hemû helbestên Arjen Arî di pirtûka bi navê “Şêrgele” de kom kir û ji nû ve çap kir. Kitêba ku ji 696 rûpelan pêk tê li hemû pirtûkfiroşan hatiye belavkirin. Kesên bixwazin pirtûkê bikirin dikarin heya dawiya Hezîranê % 40 bi erzanî bikirin.
Weşanên Sor ji pirtûka “Şêrgele” wiha gotiye;
“Hemû helbestên şa’irê gewre Arjen Arî di yek pirtûkê de hatin berhev kirin. Helbestên Arjen Arî asta helbesta Kurdî pêş xistiye û bi vî awayî di helbesta modern a Kurdî de xwedîyê cihekî bêhempa ne. Weşanên Sor, piştî wefata wî hêj li ser navê wî pêşbirka helbestan li dar dixe. Bi vî awayî jî Arjen Arî ne tenê bi helbest û hebûna xwe, bi mîrata xwe jî hewl dide gihişitina helbestvanên ciwan. Cara ewil hemû helbestên wî bi hevre yek pitûkê de tê çap kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN