Weşanên Sor hemû berhemên xelatgirên Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî di setekê da kom kir û ji îro pê ve ev set li ber dest e.
Weşanên Sor ji bo seta ku çap kirine got; “Piştî şairê mezin Arjen Arî wefat kir, hem bi armanca zindîhîştina navê Arjen Arî hem jî bi armanca ku reng û dengên nû û ciwan di helbesta Kurmancî da bilind bibin, ev pêşbirk hat li dar xistin. Û em bi kêfxweşî parve dikin ku hemû berhemên şairên xelagtir di seteka taybet da çap dibin. Û ev seta taybet dê cara ewil 17’ê (duh) mijdarê di bernameya bibîranîna Arjen Arî da bigihê xwînerên xwe.”
Berhemên xelatgir ev in
2014 Selamî Esen - Qijikên Xêrê
2015 Yehya Omerî - Anatomiya Demsalên Zer
2017 Narîn Yukler - Rê û Rêç
2018 Emerîkê Sidîqayê - Vê Lehzê Vê Payîzê
2019 Miradê Miradan - Radîşo
2020 Suat Baran - Elbakof
2021 Welat Esen - Ev Rû Ev Xerîbî
2022 Bahadîn Akhan - An Jî Gilî Gotinên Li Ser Hatinê
2023 Rêzan Diljen - Deftera Qetayî
NAVENDA NÛÇEYAN