Hem xiyanet hem sûcên şer
Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:15
Artêşa Tirk li Girê Amediyê dema ku bi çekên kîmyewî êriş dibir ser tunelên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi kamerayan hate kişandin. Li heman qadê PDK hewl dide bi kepçeyan rê ber bi tunelan çêbike. Ji dîmenên ku 4'ê Mijdara 2023'an hatine kişandin diyar dibe ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê li dijî tunelên şer ên Şehîd Pîrdogan gazên kîmyewî bi kar tîne. Ji tunelên gerîla gaz bilind dibe. Li gel vê êrîşê kepçeyên PDK'ê jî ber bi tunelan ve rê çêdike. Li tunelên şer ên li Girê Amediyê yên li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka têkoşîna azadiyê tê kirin.
Artêşa Tirk di 25'ê Gulana 2022'an de di çarçoveya tevgera dagirkeriyê de ya li herêma Rojavayê Zê, hêzên xwe li Girê Amediyê danîbû. Çeteyên artêşa Tirk ji meha Gulanê heta meha Kanûna 2022'an bi her cûreyî sûcên şer kirin, pîvan û exlaq binpê kirin, lê belê berxwedêrên tunelan ên li vî girî û tîmên gerîla yên bi tevger ne tenê gir parastin, her wiha artêşa Tirk ji vî girî qewitandin. Artêşa Tirk di Kanûna 2022'an de neçar ma ku di serî de ji Girê Cûdî, Girê Amediyê, ji tevahiya herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl vekişe û bi rengekî dîrokî têk çû. Lê belê di Îlona 2023'an de bi piştgirî û xiyaneta PDK'ê careke din dest bi hewldana dagirkirina vê qadê kir. PDK'ê ji bo artêşa Tirk rê çêkir, li kêleka qereqolên xwe çeper ji dagirkeran re çêkir û cihên ku helîkopterên skorsky karibin xwe lê deyne bi kepçeyan amade kir. Timî tê gotin ku ti eleqeya PDK'ê bi Kurdîtiyê nemaye. Halbûkî ji van dîmenan tê fêhmkirin ku têkiliya PDK'ê ne tenê bi Kurdîtiyê nemaye, di heman demê de ti têkiliya xwe bi mirovahiyê re jî nemaye.
AMARGÎ ARHAT BA/BEHDÎNAN