BÊRÎVAN ALTAN / MA / AMED 

Şerzan Yelboga, parêzerê hunermend Emel Çîftçî ya girtî ye. Ew dibêje, şahidên "veşartî" veguherîne çoyê veşartî yê darazê û got, muwekîla wî bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin. 

Dewleta Tirk hunermend Emel Çîftçî 21'ê Tebaxê li Amedê kire nezaretê. Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de û ji ber beyanên şahidên veşartî, xebatên bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û “birêveberiya rêxistinê" hunermend Çîftçî hat girtin. Çîftçî ya ji ber pençeşêra malzarokê û tîroîta jehrî derman dibe, bi hinceta "gumana revê û windakirina delîlan heye” hat girtin.

Parêzerê wê Şerzan Yelboga got, "Em dibînin ku hiqûq hatiye binpêkirin. Kesek di heman demê de nikare hem rêveberê rêxistinê hem jî endamê wê be. Îçtihadên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind hene. Lê di dosyeya me de her du îstinadên sûcî bûne sedema girtinê."

Yelboga da zanîn ku ku kar û barên çandî û hunerî yên muwekîla wî wekî sûc hatine hesibandin: "Armanca vê ew e ku mirov ji çanda xwe, hunerê xwe û zimanê xwe bên dûrxistin."

Yelboga da zanîn ku ji ber girtina Çîftçiyê wan îtiraz kiriye û got, heger îtiraza wan bê redkirin, ew ê miracaetî AYM'ê bikin.