Hem bilîze hem ji fêr bibe

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Cotmeh 2022 - 06:35

  • Endezyarê nivîsbariya kompîterê Ferhat Baysal lîstika dijîtal ya bi navê “Pirs” nû kir û ji bo telefonên Iphonê jî amede kir. Êdî lîstik ji bo iphonê jî heye û her wiha di lîstikê de gelek pirs û taybetmendiyên nû cihên xwe digrin. 

ARDÎN DÎREN

 

Endezyarê nivîsbariya kompîterê Ferhat Baysal beriya du salan lîstikeke dijîtal ya bi navê “Pirs” amade kiribû û bi riya vê lîstikê xwe gihandibû gelek kesan. Di naveroka aplîkasyona lîstikê de gelek pirsên li ser ziman, çand, sînema, erdnîgarî, wêje û muzîka Kurdî hebûn. Ev lîstik di demek nêz de hatibû hez kirin û qederê 15 hezar kesî lîstik daxist telefona xwe û pirsên di lîstikê de bersivandibûn. Lê Ferhat Baysal ev lîstik di sala 2020’an tenê ji bo pergala androîdê hazir kiribû. Ji ber ku lîstik ji bo pergala Iphone nehatibû çêkirin gelek kesan nikaribû xwe bigihînin lîstikê û lîstikê daxînin ser telefonên xwe. Piştî hewldanên dirêj Ferhat Baysal lîstik careke din nû kir û ji bo iphone, ipad û macOs jî karibin daxînin mizgînî da.   

Ferhat Baysal da zanîn ku wî gelek beşên nû li lîstikê bar kiriye û lîstik ji berê baştir bûye. Baysal derbarê lîstika “Pirs” de ev agahî dan; “Berê kesên Iphone bikardianîn nikaribin lîstikê daxînin, piştî gelek daxwazan min bingeha lîstikê ji bo iphonê, ipad û macOs’an  jî amede kir. Êdî her kes dikare vê listikê bar bike telefona xwe û bilîze. Di versiyona berê de tenê we dikaribû bi kesekî re rasthatî bilîze lê di versiyona nû de kesên Iphone bikartînin û yên Android bikartinin dikarin bi hev re bilîzin.”

 

Sê beşên taybet lê zêde kiriye

Ferhat Baysal diyar kir ku wî sê beşên nû li lîstikê zêde kiriye û wiha behsa van beşên nû kir; “Di listikê de sê beşên taybet hene. Beşek bi navê ‘Pêşbirka Yek Bi Yek’ e. Di vê beşê de hûn bi kê re bixwazin dikarin bilîzin. Lê tenê hûn dikarin bi kesekî re bilîzin û pê re bikevin peşbirkê. Mînak di vê beşê de hûn dikarin odeya xwe ya lîstikê ava bikin û koda xwe bi hevalê xwe re parve bikin û hevalê we bi wê kodê dikare yekser bi we re bilîze. Di taybetmendiya duyem ya bi navê ‘Peşbirka Komî’ de hûn dikarin yekser bi komekê re bilîzin. Mînak gelek kes dikarin heman pirsan di heman demê de bi hev re bibersivînin û di dawiya pêşbirkê de rêza xwe ya serketinê bînin ber hev. Taybetmediya sêyem jî ‘Pêşbirka Rasthatî’ ye ango hûn dikarin bi kesekî ku hûn nasnakin re bilîzin eger kesek ne amede be hûn dikarin bi robot re bilîzin. Yanî telefon wî kesê bi xwe eyar dike ji bo we û hûn bi telefonê re dilîzin.”

 

Lîstik dide fêrkirin jî

Baysal bi bîr xist ku wî vê lîstikê tenê ji bo kes pê bilîzin û dema xwe vala derbas bikin hazir nekiriye, her wiha wî bi vê lîstikê armanc kiriye ku xelk fêr jî bibin. Ji lewma jî beşa “Bîrkarî” û “Fêrbûn”ê li lîstika nû zêde kiriye. Baysal ji bo vê yekê jî wiha nirxand, “Kurdekî ku vê lîstikê bilîze dikare di derbarê zimanê Kurdî û çanda Kurdî de bi hezaran tişt fêr bibe. Ev ne lîstikeke ku mirov tenê dema xwe derbas bike, ev lîstik di heman demê de dide fêrkirin jî. Ji xwe di lîstikê de beşa ‘Birkarî’ û beşa ‘Ferbûn’ê jî heye. Di beşa ferbûnê de lîstikvan dikarin mijarekê bixwînin û girêdayî wê mijarê pirsan bibersivînin. Bi ya min beşeke pirr sûdewar e û wê gelek kes ji vê beşê hez bike û di derbarê hin mijaran de pirsan bibersivîne.”

Dê di lîstikê de pêşbirk jî werin lidarxistin

Ji bilî van yekan di versiyona nû de hûn dikarin beşdarî pêşbirkên ku ji hêla lîstikê ve tên hazirkirin jî bibin. Lîstik dê hewl bide di rojên girîng de, di derbarê çand, dîrok û hunera Kurdî de pêşbirkan hazir bike û bike ku xelk lîstikê bişopînin. Baysal got ku ji bo lîstik rojane bimîne pêşbirk girîng in û divê listik tim were rojanekirin da ku bala xelkê bikşîne û xelk jê zû sar nebe. Piştî van pêşbirkan dê di dawiyê de hin xelat jî werin belavkirin. 

Her wiha di lîstikê de beşa listeya serketiyan jî heye. Hemû kesên ku vê lîstikê dilîzin îstatîstikên xwe û yên lîstikvanên din jî dibînin. Bi saya van îstatîstikan dikarin asta xwe ya di derbarê mijarên lîstikê de jî bizanibin. Wekî din di lîstikê de beşa dikana jetonan jî heye. Ji ber ku daxistina lîstikê bê pere ye. Eger hin lîstikvan jetonan bikirin dikarin bi vî awayî piştgirî bidin lîstikê û van jetonên xwe di hin beşên pirsan de ji bo bersivên pirsan bikarbînin.

Kesên bixwazin lîstika bi navê “Pirs” daxînin dikarin bi riya lînkên li jêr lîstikê daxînin ser telefonên xwe û pirsan bibersivînin.

 

Ji bo Iphone

https://apps.apple.com/be/app/pirs-kurdish-online-game/id1643788584

Ji bo Andorid

https://play.google.com/store/apps/details?id=kurdi.leyzok.pirs

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.