Helwêstên hunermendên Başûr

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:00

  • Hunermend Mihemed Mewlud: Bi giştî çavê xwe berdaye Kurdistanê. Divê bi giştî Kurd bibin xwedî helwêst. Li dijî êrişên artêşa Tirk xwepêşandanê bikin. Mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bêdeng e. Divê helwêsta wan hebe û bêdeng nebin.

Li Herêmên Parastina Medyayê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji 15’ê Nîsanê ve dewam dikin. Ev êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê, bûn sedema nerazîbûna tund a xelkê Başûrê Kurdistanê. Her wiha hunermendên Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrişê helwêsta xwe nîşan didin û van êrişan şermezar dikin.

Hunermendên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê, bang kirin da ku helwêst bê nîşandan. Wan got, divê hunermend û xelkê Kurdistanê hemû li dijî dagirkeriyê xwedî helwêst bin: “Divê em bi xwe li dijî dagirkirina xak û welatê xwe xwedî helwêst bin.”

‘Xaka me pîroz e’

Hunermend Rêzan Ferec li ser mijarê wiha axivî: “Em weke hunermend, piştgiriya hev du dikin û helwêsta me heye. Em rê nadin ti demê êriş bikin ser xaka Herêma Kurdistanê. Ji ber ku xaka me pîroz e. Ez li vir ji dayik bûm û ez li vir perwerde bûm. Beriya niha xaka me hat kîmyabarankirin û enfal çêbûn. Em dixwazin gundên xwe ava bikin, ne ku bi topan rez û baxçeyên me bişewitînin. Êdî bes e. Em daxwazê dikin da ku hunermend û xelkê Kurdistanê hemû li dijî dagirkeriyê xwedî helwêst bin.”

‘Em ê xak û welatê xwe biparêzin’

Hunermend Bêrîvan Serbest jî li dijî dagirkeriyê got, “Em li dijî dagirkirina xak û welatê xwe ne. Divê weke hunermend, em parastina xak û welatê xwe bikin. Ez van êrişên qirêj şermezar dikim. Em xwedî welatekî xweşik in, lê nahêlin em bi aramî tê de bijîn. Em daxwazê dikin, rêxistinên cîhanî li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka me bila xwedî helwêst bin.”

‘PKK’ê dikin hincet’

Hunermend Mihemed Mewlud jî got, dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha axivî: “Bi giştî çavê xwe berdaye Kurdistanê. Dixwaze herêmên Mûsil û Kerkûkê bixe destê xwe. Bi her cûrê çekê şerê PKK’ê dike û PKK kiriye hincet. Divê bi giştî Kurd bibin xwedî helwêst. Li dijî êrişên artêşa Tirk xwepêşandanê bikin. Mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bêdeng e. Divê helwêsta wan hebe û bêdeng nebin.”

‘Niha gerîla kîmyabaran dikin’

Hunermend Şenge Kerkûkî jî got, divê hunermend tevlî çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin û êrişên wê şermezar bikin û got, “Hêvî dikim ku helwêsta hunermendan hebe. Ji ber ku ev tişta ku tê kirin, bi temamî dagirkirina xaka me ye. Mixabin weke tê gotin, niha gerîla kîmyabaran dikin. Lewma pêwîst e, ev êriş werin rawestandin. Xelk li dijî van êrişan divê bibe xwedî helwêst. Heger em bi xwe nebin xwedî helwêst, kes nayê û mafê gelê Kurd misoger nake.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.