- Şandeya Tevgera Azadî ku ev çend roj in li Şengalê ye. Piştî serdana beşek sazî û rêxistinên Êzîdiyan, wê li gel PADÊ daxuyanek hevbeş da û bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku helwêsta xwe ya li ser lihevkirina Hewlêr û Bexdayê zelal bikin.
Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) di çarçoveya serdana xwe ya Şengalê de, serdana nehiya Tilezêr kir û li gel Endamên Meclisa Gel kom bû. Di hevdîtinê de qala rewşa heyî û vegera gel a Şengalê û xurtkirina peywendiyên Tevgera Azadî ya bi xelkê herêmê re kirin.
Şandeyê serdana Navenda YBŞ’ê ya li Şengalê jî kir û ji aliyê Fermandariya YBŞ’ê ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê li gel Fermandariyê qala rewşa ewlehiya heremê kir. Her wiha bi sedema ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê herêmê ewle dikin, şandeyê malavaiya wan kir û daxwaza serketinê ji wan re kir.
Piştre şandeyê serdana Desteya Rêveber a Şengalê, Desteya Eşayîrî ya Şengal û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan PADÊ‘yê kir û li navenda Şengalê li hev kom bûn.
Em lihevkirinê red dikin
Piştî kombûnê herdu aliyan li ser rewşa Şengalê û peymana Hewlêr û Bexdayê daxuyaneke hevbeş dan. Di serî de Serokê PADÊ’ê Emer Salih bi xêrhatina şandeyê kir û got: “Em kêfxweş in ku îro şendeyek ji Başûrê Kurdistanê serdana me kiriye. Serdanê moral daye me. Em bi vê serdanê dikarin bibêjin, biryara li ser Şengalê hatiye girtin ne biryara gelê Başûrê Kurdistanê ye. Em wek Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan bi her awayî vê lihevkirinê red dikin û em wê weke pîlanekî Enqere, Bexda û PDK’ê yê li dijî gelê xwe dibînin.”
Emer Salih bang li Partiyên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Pêwîst e ku tevahiya partiyên li Başûr helwêsta xwe ya li ser vê lihevkirinê zelal bikin. Ji ber ku ev lihevkirin li ser navê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.”
Xwedî di nav de nînin
Piştre Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mihemed Abdullah axivî û got : “Em hatine serdana gelê xwe yê Êzîdî li Şengalê. Ji bo piştgiriya wan a li hember vê lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku li ser wan hatiye girtin û bûye sedema nerazîbûna pêkhateyên Şengalê. Ne tenê Şengalî belkû tevahiya gelê me yê azadîxwaz li dijî vê lihevkirinê ye. Ji ber ku di naveroka vê lihevkirinê de pîlanên Tirkiyeyê hene ku bi berdewamî li dijî Kurd û îradeya gelê Kurd e. Di despêka Fermana 3’yê Tebaxê de ku li ser Civaka Êzîdî pêk hat, destê Tirkiyeyê hebû û niha jî PDK’ê bi kar tîne. Ji bo bi riya Kazimî bikin. Ji ber vê jî ev lihevkirin rast e ku bi navê Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin, lê tenê ev di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de biryareke siyasî ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye pîlankirin.
Nebin beşek ji pîlanî
Ger biryar li ser cihekî bê girtin pêwîst e ku nûnerê wî cihî di nava peymanê de hebin. Em bang li Barzanî dikin, heta niha jî ji bîra Şengalê xwîn diherike, nêzî planek wiha nebe. Em banga li tevahiya partiyên di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne dikin ku ev biryara ku Barzanî bi navê hikûmetê kiriye, li hember helwêsta xwe zelal bikin, da ku hûn nebin beşek ji pîlanê. Ev pîlan ku niha tê meşandin berdewamiya plana DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ye.”
Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mihemed Abdullah diyar kir ku eger dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bikin, divê li xwestekên xelkê Şengalê guhdarî bikin.
ROJNEWS/ŞENGAL