• Heso Ibrahîm: Em dibêjin asayîş wê karê xwe û wezîfa xwe bike, lê bi hev re. Em cilê xwe jî bifiroşin, em ê bidin wan parazvanên xwe û em ê wan xwedî bikin. Bi vî rengî heta niha jî di nêva me û wan de nîqaş heye. Ne em, lê milet dibêje, em asayîşa xwe tine nakin. Ew jî dibêjin na çênabe.

HARÛN HÊVÎ
ŞENGAL

 

Li ser rewşa dawî ya li Şengalê em bi Alîkarê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Ibrahîm re peyivîn. Wî got, hêzên mezin hindikahiyan ji siyasetên xwe re dikin qurban, lê vê carê miletê Şengalê xwedî li zarokên xwe derdikeve. Li ser peymana YBŞ´ê bi artêşa Iraqê re û li ser lihevkirina elaqedarî asayîşê jî got, helwêsta milet a xwedîderketina li hêzên xwe dewam bike, ev peyman û soz wê bimînin, lê milet ji vê bê xwarê, li Iraqê ti peyman û soz nînin.

Hevdîtinên şandeya Şengalê li Bexdayê bi gelek aliyan re çêbûn, hûn bi serokwezîr Kazimî re jî peyivîn. Çi encam derket holê, kê çi got, çi soz dan?

Li Iraqê ti soz nînin ku mirov bibêje, dewlet wê pêk bîne. Iraq weke xaniyekî bê derî û pencere ye; yek ji dêrî ve dikeviyê ji pencerê derdikeve, ji pencerê dikeviyê ji dêrî ve derdikeve. Ti soz nehatine dayîn. Kazimî jî nedan. Gotinên wan çi bûn; digotin, em nehatine we tine bikin. Lê diyar e zexteke Tirkan li ser wan heye. Zexteke Emerîkayê li ser wan heye. Li aliyê dîtir jî Îran di nava meseleyê de ye. Kazimî jî, soz danê, heger vê peymanê pêk bîne, soz danê ku dengê xwe bidinê. Bi vî awayî her yek li gorî siyaseta xwe gelê me dikin qurban.

Gelo tesîra çalakiyan berxwedana we li ser hikûmeta Iraqê dibe?

Çalakiyên li Şengalê heger mafê mirovan hebûna, diviyabû tesîreke mezin bike, ji ber ku em behsa miletekî weke yê Şengalê dikin. Ferman hatiye serê me. Diviyabû li ser nerazîbûna wan dinyayê bigota ka ew çi dibêjin. Dîsa jî miletê Şengalê xwedan îrade ye, xwedan helwêst e. Gelê me gav paş ve neavêtiye. Gelê me dibêje, em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Baweriya gelê me bi kesî din nemaye. Vê helwêsta gel kir ku ew di cihê xwe de bisekinin.

Heger weke behsa wê tê kirin hêzeke 10 hezar kesî li Şengalê bê bicihkirin, rola YBŞ'ê wê bibe çi?

Radibin hêzeke ew qasî mezin li Şengalê bi cih dikin. Hêzeke ev qasî mezin di parêzgehekê de nîne. Her maleke Şengalê berê doçkayekê, berê tivingekê dabûnê. Ew 10 hezar hêza dibêjin, em ne li dijî ne ku sînor biparêze. Herî zêde li dijî DAIŞ´ê wan me sînor zeft dikir. Lê bila ne tenê li Şengalê, bila sînor hemûyî bigirin, li kêşa Baecê, Rebîa sînor vekiriye, DAIŞ tê re diçe û tê. Îran jî wilo. Sînor hemû vekirî ne, tenê aliyê me dibêjin. Dîsa jî em ne li dijî ne.

Herçî YBŞ ye, YBŞ maye, lê ji ber ku hêzeke eskerî ye û fermî ye, hin cihên xwe guhertin. Ew hêzeke ku bergiriya Şengalê dike, ne parastina hundirê wê. Mecbûr ev hêz derveke ji derveyî bajaran. Ew dibêjin YBŞ derket, na. Ma polês dikare hêzên eskerî bike der. YBŞ li Şengalê çû cihekî din. YBŞ´ê gotiye em bi qanûnên Iraqê re ne, lê li Şengalê dimîne û bergiriya Şengalê dike. Lê ev hêza mezin mirov bêzar kirine. Li bajar û bajarokên Şengalê yên weke Sinûnê wan de, xelkê bêzar e. Dibêjin, ev artêşa hatî wê rewşê bi ku ve bibe, ev Şîe ne çi ne? Tirk in, Îranî ne, DAIŞ in, pêşmerge ne, kî ne em nizanin? Min îro dît, dikandar dibêjin, em newêrin perê xwe bixin dikanên xwe. Tehlûke li ser milet heye. Lê baweriya milet hê heye, dibêjin hêzên me mayîne û wê me biparêzin.

Niha di navbera artêşa Iraqê û YBŞ´ê de peymanek heye, bi ya we ev peyman erênî ye yan na?

Heger milet li pişta ya xwe bimîne, peyman erênî ye. Lê heger milet bikeve bin tesîra wan, ti soz û peymanên wan nînin. Dikarin rojeke din bibêjin, YBŞ, asayîş meclîs çi ne? Wê van gotinan bibêjin. Em baweriya xwe bi peyman û helwêsta miletê xwe tînin. Wekî din em nabêjin peyman erênî yan neerênî ye. Weke bibêjin, emê mala birayê te xera bikin, karê me bi te nîne.

Niha Iraq dibêje, em bi qanûnê dikin. Niha qanûn vê hêza eskerî û asayîşê nas dike?

Qanûn çi ye, heger bi me karîbûn, wê qanûn me nas neke. Lê ku bi nekarîn, wê hingê bibêjin, erê, ma ne, peyman heye. Me soz da yek û du. Lê em bi sozên wan ne bawer in. Tebaxa 2014´an ev soz hemû pûç bûn. Hingê li Parlamana xwe Iraqê got, van hêzan rûmeta Iraqê parast, niha jî dibêjin, bila ev hêz derkevin. Weke ku Iraq nû bi xwe hisiyabe, dewlet e.

Ev meseleya asayîşê çawa bû, nîqaş li ser çi bû?

Dibêjin em ê mala birayê te xira bikin, bes karê me bi te nîne. Wisa bi me didin diyarkirin. Mesela em bêjin, asayîş, em dikarin çend insanên wê bikin ku bibin tabi´ê Emnil Wetenî; ew dixwazin çilo bibin tabiê Emnil Wetenî, bila alem bizane. Ew dixwazin wan bikin çavkaniya xwe. Yanî miletê me li ser milet bibe îstîxbarat. Yanî dixwazin asayîşê ji xwe re bikin îstîbarat. Asayîş vê nake. Asayîş ne mecbûr e bibe îstîxbarat û li ser hinek insanên xwe agahiyan bide. Ew vê dixwazin.

Lê em dibêjin, asayîşa heyî wê parastina miletî bike. Polêsê heyî di seytereyan de nivistî ne, bi telefonên destan nizanim çi dikin bi keçikan re dipeyivin. Nikarin vî miletê biparêzin. Dersê wan tenê ew e, roja wan derbas bibe, yanî perê xwe bigirin. Em jî dibêjin, em muhtacê asayîşekê ne ku zarokên Şengalê hundirê Şengalê biparêzin. Em nizanin, va ye heta niha li gelek cihên Iraqê DAIŞ´ê serî hilda. Gelo li hundirê Şengalê de ev hêza me tine bibe, DAIŞ wê serî hilde? Wê derbas bibin, çi wê bi Şengalê bê? Teqînek sibe li Şengalê çêbibe, kî wê berpirsiyariyê bigire ser milê xwe, kî wê hesab bide. Ka wan ê Şengal firotin, hesab dayîne, yan nedayîne? Tiştekî din biqewime, ka wê hesabê wê bê dayîn neyê dayîn? Em weke miletê Şengalê ji vê ditirisin.

Em dibêjin asayîş wê karê xwe û wezîfa xwe bike, lê bi hev re, em û polês bi hev re em ê erka xwe bi cih bînin, heger artêş be, em û artêş bi hev re em ê erka xwe bi cih bînin. Me perê we, seyarê we û îcazê we navê. Em cilê xwe jî bifiroşin, em ê bidin wan parazvanên xwe û em ê wan xwedî bikin. Bi vî rengî heta niha jî di nêva me û wan de nîqaş heye. Ne em, lê milet dibêje, em asayîşa xwe tine nakin. Ew jî dibêjin na çênabe.


Hêviya me ew e ku miletê me zanibe li siberoja xwe bifikire, zanibe ev hêz hatine çi. Nexasim xelkê Şengalê vê rewşê bibînin û dev ji hêzên xwe, zarokên bernedin. Ya dîtirê jî di dinya û alemê de dostê Êzîdiyan jî xwe kerr nekin, da ku di vê sedsala 21´ê de fermaneke din neyê serê Êzîdiyan.

 

Qanûna Iraqê ya derewan e

 

Li ser îdîaya ferzkirina qanûnê, destwerdana Şengalê, Heso Ibrahîm wisa dipeyive: “Ev peyman ne bi tenê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, di navbera Emerîka, Tirkiye û dewletan de ye û careke din tinekirina miletê Êzîdî bû. Di siyaseta dewletên mezin de gelên weke me, neteweyên piçûk dibin qurban. Ne ji bo zêdekirina aramiya Şengalê û serketina wê ye. Ev peymaneke tinekirina civaka Êzîdî bû, me jî navê wê kiriye, “Fermana bi navê qanûnê”. Qanûn bi tenê li ser neteweyên piçûk ferz dibe. Heger qanûn ji her kesî re baya, diviyabû Tirkiye niha ji Başîqa û Herêma Kurdistanê derketa. Heger qanûn e, diviyabû Emerîka û Îran zêde destê xwe li Iraqê wernedin. Heger qanûn e, me weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ti tişta neqanûnî nekiriye. Em li gorî destûra Iraqê em mafê xwe dixwazin. Xala 125 a destûrê, dibêje, hidikahî dikarin xweser bijîn. Xala 16´an jî mafê mirovan dide ku bi zimanê xwe bixwînin. Me li gor vê destûrê parastina xwe û rêveberiya xwe birêxistin kir. Lê diyar e qanûn nîne. Qanûna desthilatdariyê jî nîne. Desthilatdarî kengî dixwaze qanûnê ji xwe re bi kar tîne, kengî dixwaze tine dike. Qanûnê îro tenê li ser Şengaliyan, Asûriyan, Kakayiyan û Şebekan ferz dikin.

Li gorî xala 125´an mintiqeyên weke Şengalê, deverên Kakayî, Asûrî ew li wan dimînin, her yek ji wan dikare xweser be. Lê dîsa jî girêdayî dewletê ne. Em jî îro dibêjin, em dixwazin xweser bin lê girêdayî dewletê bin, parastina me ji me be, weke parêzgeheke ne navendî yanî xweser.”

Nahêlin Êzîdî vegerin dixwazin DAIŞ'î vegerin

 

Li ser xala vegera koçberan a di peymana Hewlêr û Bexdayê de, Heso Ibrahîm dibêje, “Di peymanê de behsa vegera koçberan tê kirin. Lê behsa koçberên Êzîdî nayê kirin. Bila her kes bi vê zanibe. Ew behsa koçberên Kurmanc ên Şengalê, Mitoha ne, Serhokî ne, ev insanên bûne hevkarên DAIŞ´ê, keçên Êzîdiyan li mala xwe kirine bûk, zarokên Êzîdiyan serjêkirin. Ha behsa wan koçberan dikin, dixwazin vegerin Şengalê. Koçberên Êzîdî rojane vedigerin, bes yên ku nahêlin vegerin dewleta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye. Wan koçberan jî Başûr li hemberî Iraqê weke sîlehekê bi kar tîne.”