Krîza avê ya li Iraqê dewam dike. Tirkiye para avê ya Iraqê qut kiriye û ji ber vê yekê roj bi roj li Iraqê krîz kûrtir dibe.

Serokê Fraksiyona Îmtiyad ya li Parlamentoya Iraqê û di heman demê de endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Heyder Selamî derbarê kirîza avê ya li Iraqê ku Tirkiye bûye sedem ji Rojnewsê re axivî.

Heyder Selamî got ku di nava parlamentoya Iraqê de, hev dengiyek ya pêngavên li dijî Tirkiyeyê were avêtin heye û wiha axivî;“Em û Tirkiye di ava Dîcle û Firatê de hevbeşê hevin, ji bo ku para avê ya Iraqê were berdan, em weke lijne zextê li Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê dikin da ku danûstandinên pêwîst bi Tirkiyeyê re bikin.”

Li gorî Heyder dibêje, wê parlamentoya Iraqê li ser avê, li dijî Tirkiyeyê helwestek tund nîşan bide û got;“Li parlamentoyê tê xwestin civînek taybet li ser binpêkirinên Tirkiyeyê pêk were. Wê di civînê de ji aliyên peywendîdar were xwestin da ku çareseriyek ji bo qeyrana avê were dîtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN