NÎHAL BAYRAM
Dadgeha Bilind a Eyaleta Bielefeldê biryar da ku nabe wêneyê Helîm Dener ê 25 sal in li ser dîwarê AJZ (Navenda Ciwanên Karker) were qedexekirin. Helîm Dener ciwanekî Kurd ê 16 salî bû û 30ʼê Hezîrana 1994ʼan ji alî polîsê Elman ve hat kuştin.
Doza der barê resim de 3 sal bûn dewam dikir. Wêne li ser dîwarê 'Navenda Ciwanên Karker' AJZʼyê hatiye çêkirin û 25 sal in li ser e. Polîs û dozgeriya eyaletê hewl dan vî resmî rakin, lê tevî hemû hewldanên xwe bi ser neketin. Serokê AJZʼê 17ʼê Hezîranê di dozê de beraat kiribû û 23ʼê Mijdarê Dadgeha Bilind jî erê kiribû. Serokê AJZʼê got, çi îronî ye, biryar di salvegera 27an a qedexeya PKKê de hat dayîn. Qedexeya PKKʼê bi dawî bikin û berxwedana Kurdan krîmînalîze nekin.