Ji bo rêzdayîna xizmet û şiyanên wan, 54 hunermendên şanoyê yên Helebce hêjayî xelata rêzgirtinê hatin dîtin. Hunermendan jî wergirtina xelatan weke gaveke girîng dîtin û gotin “dayîna xelatan teşwîqeke başe ji bo xizmeta hunerî li bajarê wan.”
Merasîma dayîna xelatan li Salona Rêveberiya Lawanî Helebce bi beşdariya gelek şanogeran bi sernavê ‘Hûn sermayeya serdema zêrînin û em jî rêzê ji dîroka we re digirin’ hat lidarxistin. Merasîma dayîna xelatan ji aliyê Rêkxistina Dostên Helebce ve hate lidarxistin. Di merasîmê de Rêkxistina Dostên Helebce 54 şanogerên di navbera salên 1950 ta salên 1980’yan xizmeteke mezin ji şanoyê re kirine, hêjayî xelata rêzgirtinê hatin dîtin.
Serokê Rêkxistina Dostên Helebce Koçer Mîrza têkildarî merasîma xelat dayînê axivî û got; “Di merasîmeke mezin ya xelatên rêzgirtinê de, 54 kesên ku di warê şanoyê de xizmeteke mezin ya sînorê Helebce di navbera salên 1953-1988’an de kirine hêjayî xelata rêzgirtinê hatin dîtin.”
Ew xwedî gotin û sekneke baş in
Koçer Mîrza got; “Armanca me ya dayîna van xelatan ew bû ku em wan hunermendan bibîr bînin û rêza xwe ji ked û hunera wan ya bêhempa re nîşan bidin. Ji ber van hunermendane karîne di nava demekê kurt de pêşketin û geşedaneke mezin di hunera şanoya de çêbikin ku karîn bandoreke xwe ya mezin di nava civakê de çêbikin. Ev hunermendên ku hêjayî xelatê hatine dîtin her tim di nava civakê de xwedî gotin, sekin û bandor bûn. Lewra divê em girîngî û rêzeke mezin bidin hunermendên xwe yên wiha.”
Teşwîqkirinên wiha şanoyê pêş dixe
Şanoger Muqtesem Şêx Reşîd ku yek ji şanogerên hêjayî xelatê hatiye dîtin hestên xwe bi van gotinan anîn ziman; “Ev xelata di destê min de nîşaneya wefaya xelkê Helebceye ji bo şanogerên salên buhirî. Merasîmên bi vî awayî teşwîqkirine ji bo pêşxistina hunera şano û hemû hunerên din yên Helebce hêjayî qîmet û girîngî pêdayînê ne.”
ROJNEWS/HELEBCE