• Li Iraqê beriya pêkanîna hikûmeteke muhtemel hevdîtinên aliyan dewam dikin

Li Iraqê beriya pêkanîna hikûmeteke muhtemel hevdîtinên aliyan dewam dikin. Doh serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û cihgirê serokê PDK´ê Nêçîrvan Barzanî bi serokê Eniya Sedr, Muqteda El Sedr re civiyan. Li Bexdayê bereyeke hevgirtî ya aliyên kurd vê carê nîne. Bereya Şîiyan jî parçekirî ye û tenê bereya Sunî ya xwe bi dawa dewleta Tirk ve girtiye, hevgirtî ye. Ev hevdîtina bi vî rengî pêk hatî, û yên din wê tesîrê li Başûrê Kurdistanê, xasma jî li Şengal û wargeha Mexmûrê jî bikin. Piştî civîba li jor me behsa wê kir, Muqteda El Sedr got, “Em amade ne bi muxalefeta nîştimanî re rûnin”. Beriya heman civînê Mehmûd Helbûsî gotibû, dema destwerdanên derve li nav siyaseta Iraqê bihuriye. Eşkere ye ku ew bi vê yekê tenê îşaret bi Îranê dike. 

Serokê Eniya Sedr, Muqteda El Sedr pitşî civîna bi Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî re peyamek belav kir. El Sedr di peyama xwe de xwest hikumeteke nîştimanî were avakirin.

Cihgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hevpeymana Teqedum û  di heman demê de serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî, bi serokê Eniya Sedr, Muqteda El Sedr re doh çûn Necefê. Helbûsî û Barzanî li Necefê bi Sedr re civiyan. Piştî civînê Muqteda El Sedr peyamek belav kir.

Muqteda El Sedr di peyama xwe de behsa avakirina hikûmeteke niştimanî ya Iraqê kir; “Teror û tundiya li dijî gel û hevkarên me bisekinînin. Em bi pêkanîna Hikûmeteke nîtştimanî re ne û amade ne danûstandinê bi muxalefeta nîştimanî re bikin.”

Gava serokê Helbûsî û Barzanî gihiştin Necefê, Mihemed Helbûsî got; “Dema destwerdena derve ya di pêkanîna hikûmetên Iraqê de derbas bûye.”

Diyar e ku ev daxuyaniya Helbûsî tenê ji bo destwerdana Îranê ye, lewma ew ne li dijî destwerdanên din e.

BEXDA/NECEF