Bi dirûşma “Bihêzkirina rêxistinî, bersiva qirkirina Şengalê û dagirkirina Efrînê ye”, doh 4’emîn Konferansa Yekitiya Êzîdiyên Efrînê dest pê kir. Konferans li navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar ket. Bi sedan endamên yekitiyê û nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd tê de beşdar in.

Piştî avakirina dîwanê û xwendina ayînên olî, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û lidarxistina konferansê li civaka Êzîdî, şêniyên Efrînê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Berdewama sûcên DAIŞ`ê

Hiso di axaftina xwe de behsa sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê kir û got: “Sûcên ku DAIŞ’ê beriya 7 salan li dijî Şengalê pêk anîne, niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê pêk tîne. Ev sûc berdewama sûcên DAIŞ`ê ne.’’

PDK’ê li gel dewleta Tirk e

Her wiha Hiso di axaftina xwe de bal kişand ser siyasetên PDK’ê û wiha domand: “PDK`ê siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî gelê Kurd didomîne. Li rex êrişên dewelat Tirk a dagirker ên domdar, PDK`ê Hêzên Parastina Gel (HPG) li çiyayên Kurdistanê dike hedef. Her wiha êrişa çeteyên DAIŞ`ê jî hêsan kir, dema ku ji Şengalê vekişiya û şêniyên wê bi çeteyan rû bi rû hiştin. Li gel wê jî nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê revand û heta niha çarenûsa wî diyar nekiriye, armanc jî tengavkirina Rêveberiya Xweser e.”

Her wiha Endama Yekitiya Jinan a Êzîdî ya Rojava Suad Hiso jî axivî û got: “Bi giyana jinên Êzîdî yên azad ku di gelek fermanan re derbas bûn, dê 4’emîn Konferansa Yekitiya Êzîdiyên Efrînê bibe bersiva komployên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê. Helbet Efrîn dê rizgar bibe û dê şêniyên wê vegerên warên xwe.” 

ANHA/ŞEHBA