Helbestên Azadiyê li Kolnê hatin xwendin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:16

FIRAZ BARAN / KOLN

Bi hevkariya TEV-ÇAND´ê re şevbihêrka Helbestên Azadiyê" li bajarê Elmanyayê Kolnê hat lidarxistin. Di şeva helbestê de Kejal Nûrî, Dîmen Sohrabî, Kamer Soylemez, Gulîstan Kanîreş, Xebat Şakir, Ayhan Demir û Hekîm Sefkan helbestên xwe xwendin. Berfîn Hêzil pêşkşêvaniya şevê kir û Memo Gul, Nûrê Dilovanî, Kemal Ceylan û Mazlum Rewşen jî bi keman, tembûr û gîtarê muzîk di ber xwendina helbestan de çêkirin.

Helbestkaran bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî helbestên xwe yên li ser mijarên azadî, Kurdistan, Ocalan, Efrîn û Şengalê xwendin. 

Helbestkar Kejal Nûrî bi helbesta xwe ya 15 deqîqeyan dirêj, behsa qetilkirina kolberekî, bidarvekirina şehîd Ferzad Kemanger, dagirkirina Efrînê, berxwedanên Kurdan, serketin û şikestinên wan û Şengalê kir. Nûrê Dilovanî jê re li kemanê xist.

Tola Seyid Riza tê hilanîn

Helbestkarê Efrînî, Hêmin Kurdaxî jî helbestên xwe yên li ser dayikeke şehîdan û li ser Efrîn û Şengalê xwendin. 

Kamer Soylemez jî bi Kirmanckî helbestên xwe “Seyîd” û “Tarixo Newe” xwendin. Di helbesta xwe ya pêşî de Kamer Soylemez behsa Seyid Riza kir û got “Sala 1937’an em ketin ber komkujiyê. Seyîd Riza û hevalên wî 15´ê Mijdara 1937´an hatin bidarvekirin. Lê belê sala 1978´an jî PKK hat damezrandin û dîrokeke nû nivîsand. Ew tola Seyîd Riza dihilîne. Ji ber wê, komkujer bi ser neketin.”

Di şevbihêrkê de Dîmen Sohrabî, Xebat Şakir, Ayhan Demir, Gulîstan Kanîreş û rojnamevan Zîlan Diyar jî helbestên xwe xwendin. Xebat Şakir û Ayhan Demir bi helbestên xwe yên li ser Şengalê, dilê haziran zîz kir.

 Dîmen Sohrabî jî bi Soranî li ser Jîna Amînî û serhildana jinan sê helbestên xwe xwendin. Gulîstan Kanîreş jî bi Kurmancî û Kirmanckî helbestên xwe yên li ser Rêber Abdullah Ocalan ji haziran re xwendin.

Zîlan Diyar jî helbesta nûnera kovara Jîneolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat şehîdkirin, xwend. 

Wa ye PKK Rabû

Muzîkjenan Memo Gul, Nûrê Dilovanî, Kemal Ceylan û Mazlum Rewşen ji bo bibîranîna hunermendê şehîd Hozan Serhad strana "Sîpanê Xelatê" got û li muzîka wê xist. 

Herî dawî Hekîm Sefkan jî di nava zindaneke temsîlî de helbesta xwe ya bi navê "Azadî" xwend û paşê jî strana xwe got. 

Di dawiya şevê de Hekîm Sefkan got, “Em jî weke TEV-ÇAND´ê tevlî kampanyaya ´Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu´ bûn û çalakiyan li dar dixin. Şevbihêrka helbestan jî di vê çarçoveyê de bû. Me xwest helbestkarên me jî xwe îfade bikin. Rêber Apo û bi hezaran şoreşger û welatparêzên Kurd di heps û zindanan de ne. Em helbestên xwe herî zêde ji bo wan dinivîsin. Yên ku bi rastî di hepsê de ne ew in, lê ew kes in ku fikra wan ne azad e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.